Bi salane ez jî weke zarokên vî welatî dibim şahida koçberî, komkujî û talaniya warên ji ber sedema şerên desthiladaran xera bûne û xera dibin. Duh min careke din berê xwe da nava penaberên ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji bajarê Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne û hinek ji wan di wargehan de dimînin û yên din jî li bajar û gundewarên herêmên bakur û rojhilatê Suriyeyê belav bûne. Dema ku mirov berê xwe dide nava koçberan û li nava wan digere tişta bala mirovan dikişîne birîqîna çavên zarokan e. Dema tu bi zarokên li van deran dijîn re dipeyîvî yekem tişta ku ji te re dibêjin ev e ‘Ez dixwazim vegerim bajarê xwe û bi zimanê dayika xwe dibistanê bixwînim’.
Zaroka bi navê Hedlê Loqman ji bajarê Serêkaniyê ye. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûne û niha jî li bajarokê Sirînê yê girêdayî Kantona Kobanê bi cih bûye wiha dibêje: “Ez dixwazim vegerim bajarê xwe, li wir dibistana xwe bixwînim û min pir bêriya hevalên xwe yên dibistanê kiriye”. Zarokên vî welatî hemû jana koçberiyên li ser axa xwe wiha dijîn.
Di hemû demsalan de ez li ser axa welatê xwe dibim koçber û berê min li rêyên ne diyar in. Tûrikekî spî li pişta dayika min e û destên min di nava destê wê de berê me li çûyînên bê veger in. Li ser xaka welatê min bi hezaran têlên sînora hatine danîn. Li hin deveran jî dîwarên bilind ku mirov dema li ber wan dîwaran disekine tenê dikare asîmanê şîn an jî hinek ewrên ku ji ber topbaranên li ser bajarên me reş bûne bibîne. Ez, yanî zaroka vî welatî di her kêliya jiyanê de tême kuştin. Lê nayêm binaxkirin, ji ber bedena min li ser lingan e û çavên min vekirîne. Carinan wisa dihizirim ku dijîm. Lê ma gelo rewşa ku ez tê de me jiyan e? Bi xwedê ez jî nizanim bê ka ez dijîm an jî mirî me. Dema ku ez li bajarê xwe bûm, yanî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bûm min ji barîna baranê û hatina zivistanê gelekî hez dikir.
Carinan dema serê siharê zû min çavên xwe ji xewê vedikir min didît ku baran dibare ez di wê kêliyê de gelek kêfxweş û bextewar dibûm. Di hin deman de jî min ji xwedê dixwest ku baran bibare ji bo ez neçim dibistanê, lê niha her roj hezarê caran ji xwedê dixwazim ku vegerim bajarê xwe û weke her dem bi hevalên xwe re li dibistanê bi zimanê dayika xwe û li ser axa welatê xwe bixwînim. Îro dîsa baran dibare û her der bûye herî, lingên min dicemide aveke sar di bin konê me de diherike. Dema derdikevim derve ew sola qetiyayî ya di lingê min de di nava heriya konên penaberiyê de winda dibe. Cilên min hemû dibin herî û dayika min bi dengekî bilind diqêre û dibêje lawo berxa diya xwe were bin konê xwe neke herî ji xwe cilên te yên paqij, ziwa û libasek din jî nîne ku ez li te bikim.
Her çendî temenê min biçûk be jî, lê baş dizanim ku penaberî janên mezin ên jiyanê ne. Di her demasala zivistanê de ji ber lêdana balafiran, topan û xerabkirina gund û bajarên me, em ji neçarî koçberî hin deverên din dibin. Ez jî dixwazim weke zarokên cîhanê di nava rihetiyên jiyanê de li deverekî bêyî şer, mirin û gurme gurma topan mezin bibim û bi zimanê dayika xwe yanî bi kurdî bixwînin. Bila zimanê min ê biyanî tirkî, erebî, farisî yan jî zimanê welatek an jî dewletekî din ê derveyî Rojhilata Navîn be.
Her çendî jan û kederên zarokên vî welatî mezin bin jî, lê dilê wan ji jana wan mezintir e. Di çavên hemû zarokan de hêviyên jiyanek xweş û vegera li bajarên wan hene. Di sohbetên zarokên walatê me de siyaset, welat, şer, talanî, şehîd û pirsgirêka di navbera gelê kurd û dewleta tirk de heye. Dema ku mirov guhê xwe dide sohbeta wan tu dibê jî qey komek ji mezinên vî welatî rûniştine û li ser rewş, bûyerên ku diqewimin guftugo dikin. Ji ber jiyana me naşibe ya tu welatî, zarokên welatê me jî naşibin zarokên welatên din. Çavkanî: JINNEWS / Binevş Sarya