Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Koçberkirin, dagirkirin û talana xwezayê

Dîroka mêtingeriyê her wekî din dîroka desteserkirin, kontrol û talana çavkaniyên aboriyê yên koloniyan e. Ji bo wê jî avakirin, birêvebirin û berdewamkirina wê, nemaze xwe dispêre tanzîmkirina wê pergala aboriyê.

Di 27’ê gulanê de leşker û cerdevanan li gundê Şêxan ê girêdayî Payîzava ya Wanê, bi makîneyan nêzî 30 xanî û govên gundiyan xirab kirin. Gundiyên ku nedixwestin gov û xaniyên wan bên hilweşandin û li şûna wê kana mermerê bê vekirin, rastî êrîşa leşker û cerdevanan hatin û bi awayekî aşkera gule bi ser wan de hatin reşandin. Di encama êrîşê de xanî û govên gundiyan hatin xirabkirin, gundî hatin binçavkirin û gefên girtin û kuştinê li wan hatin xwarin.

Helbet tiştên li Wanê, li Payîzavayê, li Şêxanê diqewimin, ne tiştên seyr û sosret in. Dema em li dîroka kurdan û dewletê dinihêrin, ev tiştên li Şêxanê qewimîn, wek panorameyeke biçûk e ku têkiliya kurdan û dewletê radixe ber çavan û ne tenê li wir, heta niha li gelek deran jî qewimiye û diqewime. Û îro ne tenê li Şêxanê û li Bakur, li Rojava û Başûr jî ev polîtîka bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Tiştê li Şêxanê jî qewimî, bi taybetî berdewama siyaseta sedsalan e û wek projeksiyonekê nêzikatiya li hemberî kurdan radixe ber çavan.

Ji Wanê bigire heta Dêrsimê, ji Amedê bigire heta Mêrdînê, ji Sêrtê bigire heta Şirnex û Colemêrgê, ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê û xaka Başûr, xweza, ax, cih û warên kurdan bûye cihên şer, pevçûn, operasyon, qedexekirin, talan û dagirkirinê û şêniyên kurd rastî her celeb êrîşên rayedarên dewletê tên. Çemên Kurdistanê tên miçiqandin û HES, JES û bendav tên avakirin, xaka kurdan tê kolandin û kanên mermer û keviran tên vekirin, dar û berên Kurdistanê tên şewitandin, birîn û talankirin. Kurd ji cih û warên xwe tên koçberkirin û dixwazin ajalvanî, rêncberî û cotkariyê biqedînin.

Tiştên ku li Şêxanê diqewimin rûyê reş ê desthilatdaran cardin nîşanî me dide. Ji Çiyayê Kaz bigire heta Îkîzdereyê, ji Cerattepeyê bigire heta gelek der û deverên Tirkiyeyê jî xwezayê talan dikin, HES û JES’an ava dikin, kanên mermerê vedikin, hemû dewlemendî û çavkaniyên gel pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Li dijî vê talanê jî heta niha gelek çalakî û xwepêşandan hatine lidarxistin, lê tu carî gule bi ser çalakvanan de nehate reşandin.

Li Şêxanê me dît ku leşker û cerdevan bi awayekî organîze ji bo berjewendiyên sermayeyê seferber bûne. Anku bi awayekî aşkera em dibînin ku li Kurdistanê sermaye êdî bi xwe bûye wek hêzeke mîlîter û berjewendiyên wê ji aliyê leşker, cendirme û cerdevanan ve tê parastin. Kanên mermerê, çavkaniyên binerdê yên ku tên desteserkirin û talankirin ji aliyê cendirme, leşker û cerdevanan ve tên parastin. Ev nimûne neynika serboriya mêtingeriyê ye ku îro li Şêxanê cardin derketiye meydanê.

Ji avakirina komarê heta niha, em dibînin ku welatê kurdan çawa hatibe dagirkirin, zimanê kurdan çawa hatibe qedexekirin, kurd çawa hatibin koçberkirin, axa wan, dewlemendiyên wan jî bi heman rengî hatine talankirin. Polîtîkayeke yekpare ya dewletê heye ku li ser talankirin, desteserkirin û şêlandina dewlemendiyên kurdan hatiye avakirin. Mekanîzmaya berdewamkirina vê pergalê li ser vî esasî hatiye avakirin.

Ji ber ku şêniyên gundê Şêxan kurd in, lewma jî bi bombeyên gazê, bi guleyan êrîşî wan dikin. Ji ber ku ew der axa kurdan e, lewma wek gurên devbixwîn êrîş dikin û tu pîvan û nirxên mirovahiyê nas nakin. Dijminahiya li dijî kurdan, ew ji hemû nirxên hiqûq û mirovahiyê mehrûm hiştine.

Li Şêxanê dixwazin çi bikin? Tiştê ku li wir diqewime helbet ne tenê vekirina kaneke mermerê û parastina berjewendiyên sermayedaran e. Ji serê sedsalê heta niha em ji raporên veşartî yên serokwezîr, wezîr, walî, mifetişên taybet dibînin ku tiştê tê armanckirin hem talan û desteserkirina dewlemendiyên kurdan, hem jî miqabilî wê koçberkirin û bêmirov-bêkurdkirina deverê û tehkîmkirina pergala mêtingeriyê ye. Ji bo wê jî hem sermaye û hem jî rayedarên dewletê, hem jî leşker bi hevahengî êrîşî gel dikin, gundiyan serkut dikin. Ew guleyên ku aşkera bi ser gundiyan de hatin reşandin, dîmenên kolonîzekirin û dagirkirinê û bi taybetî jî nijadperestiya ekolojîk e ku hem dijminahiya gelê kurd hem jî dijminahiya axa kurdan dihewîne.

Li cihekî zilm û zordarî hebe, li wê derê berxwedan û têkoşîn jî heye. Îro bi hemû hêza xwe êrîşî hemû nirxên kurdan; êrîşî ziman, çand, dewlemendî, ax û xwezaya kurdan dikin. Lê çawa ku berî niha li hemberî van êrîşan berxwedan û têkoşînek hatibe dayîn, ji îro şûnde jî ev berxwedan wê bidome. Gelê kurd wê hem li axa xwe hem jî li hemû dewlemendiyên xwe xwedî derkeve, biparêze.

Nûçeyên Têkildar