Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Koçerên Biradostê: Hikûmetê ji me re got ‘dê şer çêbibe ji vê derê biçin’

PDK'ê 1286 malbat ku di nav wan de cotkar û koçer jî hene ji Bradostê derxist. Malbatan niha koçî herêmên germ kirine û di nava xizaniyê de dijîn. Malbat wiha dibêjin: "Hikûmetê ji me re got ‘dê şer çêbibe, ji vê derê biçin’."

Ji ber hêjmar û hêza zêde ya PDK’ê ku 13’yê îlonê qaşo bi navê hêzên nobedarên sînor yên di bin kontrola wan de bi zêdeyî 200 wesayitên zirxî, tank, çekên giran û zêdetirî hezar çekdaran ber bi zozanên Biradostê ve çûn, ji beriya dema destpêkirina koçkirina cotkar û koçeran, PDK’ê ew bi darê zorê di nava 24 saetan de ji herêma Biradostê derxistin.

Li gorî agahiyên Rojnews’ê li zozanên devera Biradostê nêzîkî hezar û 286 malbatên ji cotkar û koçeran pêk tên, hene. Van Hezar û 286 malbatan bi neçarî ji deverê koç kirin, dest ji berhemên xwe yên çandiniyê berdan. Yên ku sewalên wan hene, ber bi deverên germ ve koç kirin.

Biradost dikeve sêgoşeya bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê bi gotineke din dikeve sînorê dagirkerên Kurdistanê Iraq, Îran û Tirkiyeyê. Devera Biradost girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soran ya parêzgeha Hewlêrê ye. Di aliyê erdnigarî de devereke çiyayî ye û deştên wê kêmin. Ev dever ji bo ku bikaribin sewalkariyê lê bikin, bûye cihê koçeran. Zozanên wê yen girîng li Kelaşîn, Mêrgemîr, Berbizina, Xinêre, Lolan, Çiyayê Goşînê, Çiyayê Şekîf, Xakûrk, Bolê û Holê ne. Salane bi hezaran koçer û cotkar diçin van zozanan karê sewalkarî û cotkariyê dikin.

Hinek ji van cotkar û koçeran negihiştin hemû kelûpelên xwe bi xwe re bibin. Tenê karîn sewalên xwe rizgar bikin. Hinek ji wan nêzîkî 10 saetan bi rê ve bûn heta karîn li devera bi saya hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk û Îranê re bûye devereke metirsîdar, dûr bikevin û sewalên xwe rizgar kirin.

Nûçegihanê Rojnewsê serdana hinek ji van koçerên ku bi darê zorê ji aliyê PDK’ê ve hatine koçkirin ku niha li gundê Kejek yê Biradostê konên xwe vedane dike. Ew di nava nerehetî û bêderfetiyan de jiyana xwe derbaz dikin. Ne ceyrana wan heye, ne jî ava wan ya vexwarinê. Ew li cihekê ne û sewalên wan jî li cihekê. Dest ji çêkirina berhemên şîr (mast, penîr, lorik, şîrij, keşk, sertî, jajî û nîvişk) berdane û gelek zerar kirine.

Ji van kesan Cadir Umer ji Rojnews’ê re wiha behsa derxistina wan ya bi darê zorê ji cihê ku lê bûn dike û dibêje; “Em li Kelaşînê bûn. Hikûmet hat û ji me re got ji vê derê biçin ji ber ku îhtîmal û metirsiya çêbûna şer heye. Em jî ji tirsan reviyan û me nekarî hemû kelûpelên xwe jî bînîn. Em hatine vê derê û heta niha tu kes li hewara me ve nehatiye û rewşa me ne pirsiye.”

Cadir dibêje: “Dema me ya koçkirinê hîn nehatiye, hîn germe û li xwarê jî mêrg nîne. Lê em bi neçarî dan koçkirin. Serê me gelek êşandin. Ji ber ku em bê mal û hal man û derbeder bûyîn. Me ne ceyran heye ne jî ava vexwarinê. Hemû sewalên me derbas nebûne, hinek ji me nîva şevê dest bi koçkirinê kir. Ji ber vê yekê jî me gelek tişt û kelûpelên xwe hiştin û em negihan bi xwe re bînîn.”

Herwiha Rêbaz Behrî jî diyar dike ku zerareke mezin gihiştiye wan û got: “Mast, penîr, lorik û şîrijê me hemû xirab bû. Ji ber ku ceyran nîne û ava sar jî nîne ku em bixinê. Lewra em gelek bifikarin ku em ji zozanên me anîne vê derê.”

Welatiyê bi navê Eshed Ehmed Pîre jî got:“Wan em derxistîn. Em li ser mal û halê xwe bûn û bi sewalkariyê ve mijûl bûyîn. Hikûmetê ji me re got ‘dê şer çêbibe, ji vê derê biçin’, lewra em neçar bûn ku ji zozanên xwe yên hûnik û xweş ber bi cihên germ û çol ve koç bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar