Koçerên herêma Biradostê diyar kirin ku dewleta tirk ne tenê PKK’ê, hemû kurdan hedef digire. Koçeran da zanîn ku ji ber bombebaranên artêşa tirk hem li gundan û hem jî li zozanan jiyana wan di metirsiyê de ye. Koçeran diyar kir ku ger hikûmeta bixwesta dê dewleta tirk nekaribûya êrîş bike û pirsa ‘Ka hikûmet?’ kirin
Hêzên artêşa tirk bi taybet jî di demên dawîde bombebarana li dijî gund, zozan, seyrangeh û cadeyên sereke yên herêma Biradostê zêdetir kirin. Di vê çarçoveyê de li Kortek û Biradostê li wesayîtên sivîlan xistin û welatî qetilkirin û birîndar kirin. Têkildarî van êrîşan, koçerên herêma Biradostê ji Rojnewsê bi Zûbeyr Biradost re axivîn. Koçeran bêhelwestî û hevkariya hinek partiyên Başûr a bi dewleta tirk re şermezar kirin.
Têkildarî mijarê koçbera bi navê Dayê Hêmin Heynê di serî de bertek nîşan da û wiha got: “Dema balafir tên zarokên me pir ditirsin û dibe hewar hewara wan. Hem li zozanan hem jî li gund li ser jiyana me metirsî heye. Balafir hem li gund û hem jî li zozanên me dixin. Em ji tirsa balafiran na werîn zarokên xwe bişînin derve. Carna şev nexweşên me çêdibin lê em nikarin bibin nexweşxaneyê. Hikûmeta herêmê me naparêze. Gelo ma ger ku hikûmet hebûya dê dewleta tirk bikariya biketa axa Iraqê? Ger wisa nebûya ew ne hedê dewleta tirk bû ku li ser axa me balafir bifiranda. Bi Quran mesele ne PKK, hemû kurdin. Ev Balafir li vir kurdan dikujin. Li vir li naverasta sê gundan li wesayîta du birayan xistin. Ew kes ji ber ku kurdbûn hatin kuştin. Çima Mesûd Barzanî li dijî derneket, ma ne hikûmet e? Ew li pey jiyana xwe ketine.”
‘Ew çawa dibêjin em hikûmetin?’
Koçera bi navê Mêrûz Reşîd jî bi lêv kir ku nikarin biçin gundê xwe û bên û wiha domand: “Metirsî hem li ser zozanan heye hem jî li ser gundên me. Beriya ku li wesayîta du birayan bixin, gelek mal li vir hebûn. Lê xelk ji tirsa balafirên artêşa tirk nikare biçe zozanên xwe. Debara wan bi sewalkariyê ye. Jiyana li herêma Kurdistanê bi rastî jî gelek nexweş bûye. Ne hikûmet heye ku rewşa me bipirse û ne jî hizbek. Ev çawa dibêjin em hikûmetin? Ka hikûmet? Berpirsên me dikarin pêşî li van êrîşan bigirin. Lê PDK yekemîn hêze ku peywendiya wî bi dewleta tirk re heye. Hemû kurd acizin ku para PDK’ê di van êrîşan de heye. Bi zanebûn li wargehên sivîlan dixin. PDK li gel dewleta tirk tevdigere û bi hêsanî li kurdan dixe. Kurd û PKK bûne yek. Ji ber vê lê dixe.”
Nikare dapîra xwe bibe nexweşxaneyê
Zarokê bi navê Birûsk Îsmaîl jî got ku dapîra wî nexweşe lê ji ber êrîşên dewleta tirk nikarin bibin nexweşaneyê. Zarok Birûsk anî ziman ku dewleta tirk dixwaze Biradostî gundên xwe vala bikin. BIRADOST