Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Koçerên Bradostî: Dagirkerên tirk li ser jiyana me xetereyeke mezinin

Koçerên li derdora çiyayê Şekîfê û çemê Lolanê da zanîn ku dewleta tirk li ser jiyana wan xetereyeke mezine. Koçeran diyar kir ku dewleta tirk her sal gelek sewalên wan telef dike û ciwanên wan jî qetil dike. Koçeran got ku divê kurd bi yekitiya neteweyî li dijî van êrîşan bisekinin û dagirkeran ji axa xwe derxîne

Welatiyên herêma Bradostê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêmê bi bertekin. Gundî û koçerên ji eşîra Bradostê yên ku li derdora çiyayê Şekîfê û Çemê Lolanê ji ANF’ê bi Toprak Eren û Rizgar Amed re axivîn. Koçeran diyar kir ku ji ber leşkerên dewleta tirk di bin xetereyeke mezin de ne.

Ji koçerên li derdora Çemê Lolanê Mam Îsa Reşît Derwêş anî ziman ku ev der axa wane û wiha dom kir: “Dewleta tirk a dagirker dixwaze axa me dagir bike. Jiyana malbat û zarokên me di bin xetereyê de ye. Axa me bi balefirên şer tên bombebarankirin û pezên me telef dibin. Tekane sedema vê operasyonê dijminatiya li hemberî kurdan e. Li ku derê kurdek hebe, dewleta tirk êrîşî wê derê dike. Kurdistan a me ye, Bradost a me ye û axa me kurdan e. Em ê tu carî vê dagirkeriyê qebûl nekin. Divê dewleta tirk vê dagirkeriyê bi dawî bikin û ji axa me derkevin.”

Yekitiya gelê kurd

Jina bi navê Rejîn Îsa ku li berpalê çiyayê Şekîfê bi xwedîkirina sewalan debara xwe dike jî axivî û rewşa parçebûyî ya kurdan rexne kir. Îsa wiha got: “Her roj balefirên dewleta tirk, zozanên me bombebaran dike û gelek sewalên me telef bûn. Xwezaya me dagir dikin. Heke kurd bibûna yek, dê dewleta tirk nekarîbûya êrîşî vê derê bikira. Hêzên li Başûr ên ku bêdeng in jî berpirsên vê dagirkeriyê ne. Em dixwazin gelê kurd bibin yek. Çi bibe jî em ê dev ji axa xwe bernedin.”

‘Nikarin di şer de PKK’ê têk bibin’

Ji koçeran Weysî Xidir Reşo jî daxuyand ku ew di bin xetereyeke mezin de ne û wiha pê de çû: “Dewleta tirk ax û zozanên me dagir dike. Bi balefiran axa me, bombebaran dikin. Divê hêzên tirk ji axa me derkevin. Ez bang li hikûmetên Başûr û Iraqê dikim, divê hevkariya xwe ya bi dagirkeriyê re bi dawî bikin. Qaşo li dijî PKK’ê şer dikin lê PKK li her derê ye. Nikarin di şer de PKK’ê têk bibin. Li ser bingeha demokrasiyê dikarin bi PKK’ê re gotûbêjan bikin. Ji ber ku PKK mafên gelê kurd diparêze. Di sala 2000’an de balefirên şer ên tirk li Qendeqolayê 42 kesên sivîl qetil kirin. Di sala 1994’an de mala min bi balefiran bombebaran kir lê dîsa jî me dev ji axa xwe berneda. Di sala 2011’an de dîsa êrîş kirin, pismamê min Celal qetil kirin. Divê hêzên dgirker ji her çar parçeyên Kurdistanê bên derxistin.”

‘Yên bêdeng her wiha hevkarên dagirkeriyê ne’

Hecî Xidir Reşo ku li Geliyê Lolanê bû jî bertekên xwe wiha nîşan dan: “Di sala 2004’an de ji ber êrîşa hêzên tirk 130 mîhên min telef bûn. Her sal heman êrîş hene. Ciwanên me tên qetilkirin, axa me tê bombebarankirin. Divê hemû kurd rabin ser pêyan. Axa me tê dagirkirin lê hêzên navneteweyî bêdengin. Kesên bêdeng jî hevkarên vê dagirkeriye ne. Em ê dev ji axa xwe bernedin.”

Derewa çapemeniya PDK’ê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku medyaya PDK’ê îdia dikir ku li qada Bradost û Xakûrkê zozan hatine valakirin. Lê di serî de li Xinêrê, li Geliyê Şêxzade, Lolan, Sinînê, Komasor, Kelaşîn û Xakûrkê gel derketine zozanan û jiyana xwe ya asayî didomînin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar