Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koçyîgît: Em bi fikar in

Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît a ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da, diyar kir ku tecrîd îşkenceyeke teqez e û wiha got: “Em dixwazin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.”

Buroya Hiqûqê ya Asrinê aşkera kir ku muwekîlê wan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê ku serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind kir re hevdîtin nekiriye. Neqebûlkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a heyeta CPT’yê weke nerazîbûna li dijî astengiya hevdîtina parêzeran hat nirxandin.

Demekî dirêje serlêdanên ji aliyê parêzer û malbatan ve tên dayîn bê encam dimînin. Di 30’ê mijdarê de hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr û Erdal Aydemîr, ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li Wezareta Dadê dan. Di daxwaznameya serlêdanê ya pêşkeşî Wezareta Dadê hatin kirin de hat xwestin ku biçin serdana Abdullah Ocalan ê 20 meh in agahî jê nayên girtin.

Amûra dîzaynkirina siyasetê

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît a têkildarî serlêdana hat kirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li Îmraliyê didome de axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke amûra dîzaynkirina siyasetê tê bikaranîn. Koçyîgît bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê 23 salan zêdetir e berdewam dike lê 20 meh in tu agahî jê nayên girtin.

Li pêş CPT’yê astengiyeke hiqûqî nîne

Koçyîgît, bal kişand ser daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wiha got: “CPT’ê dikare naveroka hevdîtinê aşkere neke lê li pêş tu astengiyeke hiqûqî nîne ku nikare bêje di girtîgehê de kes bi wan re hevdîtin nekiriye. Ya rast ev berpirsyariya wê ye. Negotina vê yekê ji bo me jî ji bo rayagiştî jî bûye cihê fikarê. Me jî bi lez û bez di serokatiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz de bin hevalên parlamenter serlêdanek kir.”

‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’

Koçyîgît, destnîşan kir ku dixwazin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û bi bîr xist ku hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, berdevka Partiyê Ebrû Gunay, endamê MYK’a partiyê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn. Koçyîgît, anî ziman ku bersiv nedayîna serlêdanan “neçareseriyê kûrtir” dike.

‘Darvekirineke belavî demê hatiye kirin’

Koçyîgît, bang li rayagiştî ya demokratîk û Wezareta Dadê kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rewşa heyî nayê qebûlkirin, ji ber ku qanûnên vî welatî bi tu awayî destûrê nade tecrîdê. Ev sûcê mirovahiyê ye. Esas ev îşkenceyeke teqez e. Darvekirineke belavî demê hatiye kirin. Divê demildest paş ve gav were avêtin. Hem malbat hem parêzer û hem jî em parlamenterên ku serlêdan kirin ji vê rewşê bifikar in. Em dixwazin demildest rû bi rû bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û bibînin ku rewşa tenduristiya wî çawa ye. Ji vê yekê wêdetir divê pirsgirêka tecrîdê ji rojevê bê rakirin û ji bo rakirina tecrîdê gav bên avêtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar