Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!

Fatma Altinmakas a li gundê Qêranlî ya navçeya Melazgirê yê Mûşê dijiya, di 14’ê tîrmehê de ji aliyê hevjînê xwe Kasim Altinmakas ve hatibû qetilkirin. Derketibû holê ku Fatma Altinmakas a dayika 6 zarokan rastî tecawîza birayê hevjînê xwe Sînan Altinmakas hatiye û di 12’yê tîrmehê de çûye Qereqola Cendirmeyan a Melazgirê û gilî kiriye. Sînan Altinmakas ê li ser gilîkirina Fatma di heman rojê de hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê yê Melazgirê tê kirin û dadger bi şertê kontrola edlî wî di 14’ê tîrmehê de serbest berdide.

Dozger berdana Sînan Altinmakas îtîraz dike, lê Altinmakas bi hinceta ‘Rewşa delîl a heyî, navnîşana wî ya sabît û ne mimkun e delîlan ji holê rabike’ cardin hat berdan. Roja ku Sînan Altinmakas tê berdan, bi birayê xwe Kasim Altinmakas re Fatma Altinmakas qetil dikin.

‘Qetilkirina jinan ji polîtîkayên AKP’ê ne serbixwe ne’

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Koçyîgît bal kişand ser qetilkirin Fatma û wiha axivî: “Qetilkirinên jinan ji polîtîkayên AKP’ê ne serbixwe ne. AKP’ê di sala 2011’an de Peymana Stenbolê qebûl kir û di 2014’an de ket meriyetê. Lê ji wê rojê heya niha bi tu awayî ev peyman bi cih neanî. Ligel ku Fatma Altinmakas dibêje rastî tecawizê hatiye jî, dadger bersûcê wê serbest berdide. Dadger bi vî awayî xalên bingehîn ên Peymana Stenbolê bin pê dike. Di Peymana Stenbolê beyanname û serlêdanên jinan esas e û bi taybetî ji bo parastina jinan jî berpirsiyariya bingehîn dikeve ser milê dewletê. Lê dewlet vê berpirsiyartiya xwe bi cih neaniye. Yê ku vê bi cih nayîne rayedarên edlî ne. Mixabin dadgehek vê berpirsiyartiya xwe bi cih nayîne. Jin êdî tabûyên civakî yên li ser xwe dişikînin, diçin qereqolan û alîkariyê ji dewlet û hêzên ewlekariyê dixwazin. Lê dewleta xwedî mercên darazê Fatma Altinmakas paşve dişîne malê, bersûcê tecawizê serbest ber dide û bi vî awayî kuştina wê qebûl dike.”

Rewş veguherî komkujiya cinsî

Di axaftina xwe de Koçyîgît da zanîn ku yê ku Fatma Altinmakas kuşt hevjînê Kasim Altinmakas e, lê tetîkêşê wê yê resen AKP ye û ev tişt anî ziman: “Bi vê bûyerê mafê jiyana jinê hatiye binpêkirin. Ev rewş ji polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ne serbixwe ye. AKP’ê bi nîqaşên guhertina Peymana Stenbolê, carek din ev hişmendiya xwe danî holê.”

Her wiha Koçyîgît destnîşan kir ku feraseta kuştina Fatma Altinmakas, Peymana Stenbolê xistina nîqaşê û serbest berdana tecawîzkar, heman ferastet e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em hemû jin li dijî vê ferasetê têbikoşin. Êdî em naxwazin bên kuştin. Pêwîst e em li dijî rewşa ku veguheriye komkujiya cinsî dengê xwe bilind bikin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar