Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KODAR: Divê her kes xwedî helwest be

KODAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku zimanê rejîma Îranê, tenê zimanê girtin û şer e û bang li partî, aliyên siyasî û çalakvanên civaka sivîl kir ku li dijî girtinan xwedî helwest bin

Navenda Nûçeyan

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser girtin û binçavkirinên çalakvan û welatiyan a ji aliyê hêzên Îranê ve, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de got ku êrîş li ser hemû gelên Îran û civakê ye û destnîşan kir ku rejîma Îranê bi vê pêngava xwe dixwaze kolan ji hêza pêşeng a gel vale bimîne û ewlekariya gel ji holê rake.

Daxuyaniya KODAR’ê ya derbarê mijarê de wiha ye: “Komara îslamî di hemû alî de tevngav bûye, ya ku tê dîtin şerê hemberî civakê ye. Gendeliya rejîmê, ji civakê re îspatkiriye ku êdî nikare bi direwan çavê xwe hemberî daxwazên rewa yên gelan a ji bo jiyanek azad bigire. Komara îslamî hebûna civakê weke metirsî dibîne, ji bo vê ne ku tenê daxwaza siyasî û rewa ya civakê li ber çavan nagire, belku hebûna fikrî jî ji bo xwe metirsî dibîne.

Gelên Îran û civak dixwazin dûrî tundîtujiyê, bi awayek aştiyane pirsgirêkên xwe bi desthilatê re çareser bike. Lê weke tê dîtin komara dagirker a Îranê, tenê zimanê şer û gefan dizane. Ya ku çêdibe, komkujiyek siyasî û qirkirina civakê ye. Rejîm dixwaze beşek ji civakê li hemberî beşek din bêdeng bike. Ji bo vê hemû îmkanên xwe seferber kiriye.

Divê hemû hizb û aliyên siyasî bizanin ku ev êrîş ne tenê li dijî hêz, enî û aliyek taybet, êrîş dijî hemû civakê ye. Tenê xeta nû ya vê êrîş û destdirêjiyê, li ser beşek girîng ê nirxên civakê, di nava wan de jî malbatên şehîdan, xebatkarên siyasî, civakî û jîngehê hene. Ji bo vê pêwîst e hemû alî dijî vê yekê xwedî helwest bin.

Em weke KODAR êrîşan şermezar dikin, bang li hemû partî û rêxistinên civaka sivîl, çalakvanên mafê mirovan, rewşenbîr û hemû azadîxwazin dikin, dijî qirkirina siyasî xwedî helwest bin. Yek bin û li hemberî zextên komara îslamî ya Îranê dengê xwe derbixin. Derfeta terorkirina têkoşîna demokratîk a gelên Îranê, bi taybet jî ya gelê kurd a ji aliyê Îranê ve, nedin û civakê bê parastin nehêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar