Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

KODAR û PJAK: Şoreşa Rojava hêviya gelan zindî kir

Navenda Nûçeyan |

Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Meclisa Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) 8’emîn salvegera şoreşa rojavayê Kurdistanê pîroz kirin.

Di daxuyaniya KODAR û PJAK’ê de ev tişt hatin gotin:

“Salvegera şoreşa rojavayê Kurdistanê demek wisa de tê pîrozkirin ku xeta modernîteya demokratîk mîsoger bûye, gelê kurd ji hemû demê zêdetir nêzî jiyana azad bûne û bingehê yekitiya gelan amade bûye. Ji bo vê erkê gelên bindest û hêzên azadîxwaz parastina wê ye. Em şoreşa rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Parastina deskeftiyên Rojava erkek me ye. Wê Rojava pêşengtiya têkoşîna dijî komkujiyan bike. Wê pêşengtiya konfederalîzm û neteweya demokratîk ji bo rizgariya Rojhilata Navîn bike. Em di wê hêviyê de ne ku gelê bindest û azadîxwaz bi vê rêya demokratîk yekitiya xwe mîsoger bikin û heya lûtkeya serkeftinê dijî faşîzmê bisekin. Wê rêxistina demokratîk ya sivîlî bihêz bikin.

Divê em ji bîr nekin êrîşa li ser tevgera Apoyî, di heman demê de êrîşa ser mînaka jiyana hevbeş ya gelên herêmê ye. Zemînê hemû planên hevbeş di navbera hemû hêzên herêmê de heye. Her wiha egera planek navxweyî ya Îran û rojhilatê Kurdistanê jî ne dûr e. Pêwîst e pêngav bi hişyar bin. Îran dixwaze tevliheviyan nêzî sînorên Rojavayê xwe bike. Bi taybet jî dixwaze ji çandên cuda sûd bigire, taybet jî di nava kurd û azeriyan de. Nabe rê bê dayîn desthilata Îranê civakê dabeş bike û ber bi şer û tevliheviya navxweyî ve bibe. Şoreşa Rojava hêviya gelên me û gelên Rojhilata Navîn zindî kir. Hêviyek mezin a bidestxistina azadiyê heye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar