Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Koka noker û xwefiroşan biqelînin!

Emro êş û azarim zor e

Dil û mergim zor egiran e

Firmêskî çawim xwîn ebar e

Gule beybûnî baxekm, pelekanî xo ewerên e

Beharî baxî dilem, bote zistan

Berf û baran ebar le ser naxî dilekm

Emro dilm birîn e, basim eşkaw e

Qaramanî daykî Helmet emro be destî xayîn û nokeran şehîd e…

Çiqasî bêjim û velorînim ez ê nikarim kêliyekê dilê dayika Diyar Xerîb (Helmet) a bûye êtûn sar û hênik bikim. Îro ne tenê dilê dayika Şehîd Helmet, dilê dayikên bajarê Helmet û Qurbanî şarî Silêmanî û hemû dayikên Kurdistanê bi kul û êş e.

Cigera hemû dayikên bi keser bûye êtûn û dikelê. Baxê dilê hemû kesî yê bi kulîlkên biharê reng dane, bûye zivistan û pel weşandine. Ne tenê Silêmanî dilê xwe ji Helmetê Şehîd re vekiriye, belkû her kesê navê Şehîd Helmet bihîstiye li ser textê dilê xwe bicih kiriye û jêre dinalê û distirê. Îro her kes bûye Helmet û li dijî xayîn û nokerên xwe firoş têdikoşe.

Wê di dîrokê de 5’ê Tîrmeha 2019’an tu car neyê ji bîr kirin. Wê her sal di vê dîrokê de gul û nesrîn pelan biweşîne û dilê dayikan bi êş bike. Wê heman demê li ser dilê noker û xwefiroşan jî stirî şîn bibin, qir û kund bistirin. Ezab bikişînin û hesab bidin. Ji vê kêliyê û şûnde wê xewn xeyal ji bo wan bibe ezab û her kêliyê li benda hesab xwestinê bin. Wê roj û şeva wan bibe yek û nikare pariyek nan bixwe. Wê her tişt ji bo wan tehl be. Zêde naçe, emrê nokeran dirêj nakin; carê sond û ehd ji bo wan hatiye dayîn. Rojeke ne li bendê çawa ku hesab ji ‘Esad Oktay’ hate xwestin wê aqûbeta wan ne ji ya wî cuda be.

Ji bo vê jî divê gelê kurd van kurmên ji nava darê, koka wan biqelînin. Rê nedin ku hew van şitlên azadiyê tine bikin. Ev erkekî me ye ku em bi yek destî li dijî rabin û rê nedin ku noker û xwefiroş di nava me de bi xwîna me xwe bide jiyîn.

Noker û xwefiroşan bi vê êrîşa nemerd û tirsnak xwestin afir û singên hespên xwe li zozanên Kurdistanê biçikin û dewarên xwe lê bitewilînin. Li çiya û baxên Kurdistanê hespên xwe biçêrînin û mêtingehan lê bicih bikin. Lê wan tiştek ji bîr kiriye ku wê ti carî vîna serhildêran neyê girtin û ji ya noker û xayînan xurtir be. Ev herdemê wisa bûye û ji niha û şûnde jî wê wisa bidome. Ev xak û war hêlîna berxwedan û gora noker û xwefiroşan e. Ji bo wê ye ku heta niha ne Îskender û ne jî Persan kariye li van çiya hebûna xwe ya mêtinger bidomîne.

Lewra ev war azad in, wê ji bo gelê wê yên ji bo azadiyê têdikoşin be. Carekî din sond û peyan ji bo hemû noker û xwefiroşên kujerên zarokên vî welatî hatiye dayîn, wê heyf û tola bê hilanîn û hesab bê xwestin. Heta hesab bê xwestin wê xew ji bo nokeran hizret be. Wê tola bi hezaran lewend û kezîzerên qehreman bê xwestin û dîrok wê şahidiyê vê yekê bi zindî bike. Nemerdî û nokerî her çiqasî barekî giran be, heman demê hesab xwestina wê jî ewqasî erk û pêwir e. Ji bo wê ti noker namîne bêhesab xwestin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar