Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Kolan bi kolan navê berxwedanê: Sêvê, Fatma û Pakîze

Siyajin Burumtekin der barê Sêvê Demîr a ku 7 sal berê li Silopiyayê hat  kuştin de got “Li her bajar û kolanê keda Sêvê heye.”

Li Silopiya Şirnexê di navbera salên 2015-2016’an de, di dema qedexekirina derketina kolanan de hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, endama Kongreya Jinên Azad (KJA)  Fatma Uyar û endama Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk Sêvê Demîr, ji 4’ê çileya 2016’an de bi guleyên ku ji wesayîdên zirxî hatin kuştin. Hersê jinên ku dema dixwestin ji taxek derbasî taxeke din bibin, hatin kuştin, cihê xwe di dîrokê de girtin, piştî wan jî gelek jinên têkoşer hatin hedefgirtin.

‘Ji bo gelek jinan pêşeng bû’

7 sal di ser kuştina her sê jinan de derbas bû lê têkoşîna wan qet nehat jibîrkirin. Têkildarî bûyerê em bi hevala xebatê ya Sêvê Demîr, Siyajîn Burumtekîn re axivîn. Siyajîn got ku heta wê Sêvê nas nekiriye, ji têkoşîna jinan agahdar nebûye û diyar kir ku bi nasîna wê re hay ji nasnameya xwe çêbûye. Siyajîn got ku Sêvê Demîr hem ji bo wê hem jî ji bo bi hezaran jinên li herêmê xwedî cihekî girîng bûye.

‘Ji bo jinan gelek xebitî’

Siyajîn Burumtekîn da zanîn ku di sala 2015’an de wê Sêvê Demîr nas kiriye û got: “Beriya wê nas bikim, min partiyê, wateya nasnameya jinên azad nizanibûm. Ez wek şagirtek Sêvê Demîr dikarim bibêjim ku; keda wê hem li ser min, hem jî li ser bi hezaran jinan heye. Li her bajar û kolanê keda Sêvê heye. Bi xebata wê jin bi hêza xwe hesiyan û bi pêş ketin. Ji ber wê em pir tişt deyndarên wê ne. Armanca wê ya herî mezin ew bû ku ji jinan re behsa jinan bike. Di her mijare de zanîna wê hebû.”

‘Jinên ku ji bo aştiyê têkoşiyan hatin hedefgirtin’

Siyajîn Burumtekîn diyar kir ku Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên bi Sêvê Demîr re hatin kuştin,  ji bo jinan têdikoşiyan û wiha axivî: “Jinên ku ji bo aştiyê têdikoşiyan kuştin. Van jinan ji bo mirovahiyê têkoşiyan, ji ber wê bi dehan guleyan hatin kuştin.

‘Ji jinên azad ditirsin’

Siyajîn Burumtekîn diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar de hemû jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin hedef girtiye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hevala Sêvê ji bo nasnameya jinan xwedî cihekî girîng bû. Em li kîjan bajarî binêrin em ê bibînin ku navê wê lê heye. Hevala Pakîze, ciwan û çalak bû, ruh û îradeya wê her dem xwe dida der. Hevala Fatma jî bi heman rengî di nava xebatên ciwan û jinan de bû. Ji bo nasnameya jinan têdikoşiya. Piştî wan hevalan jî gelek jinên têkoşer hatin hedefgirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar