Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kolanên Qamişlo bi berxwedêran xemiliye

Şêniyên Qamişlo yên ku bersiv dane banga seferberiyê, li navenda Qamişlo parastina  axa xwe dikin. Welatî dibêjin ku ew xwediyên vê axê ne û dê nehêlin tu kes bikeve axa wan

Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, di 9’ê cotmehê saet di 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di êrîşan de hemû cureyên çekên giran û balafiran şer tên bikaranîn. Li dijî êrîşan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî banga seferberiya giştî kir. Li ser vê yekê jî pêkhateyên herêmê çek hilgirtin û warê xwe diparêzin.

Yek ji navendên herî zêde tê hedefgirtin jî bajarê Qamişloyê ye. Heta niha bi dehan topên hewanê lê ketin û di encama van êrîşan de herî kêm 4 sivîlan şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Lê tevî van êrîşan jî gelê Qamişloyê di berxwedanê de bi israr e û her kolaneke Qamişlo bi berxwedêran xemiliye. Di vê çarçoveyê de ciwan nobeda parastina digirin û welatî jî xwîn didin birîndaran.

Bang li ciwanan kir

Yek ji van berxwedêran jî Abdullah  Şêx Hesen e. Şêx Hesen destnîşan kir ku ew şêniyên vê axê yên resen in û wiha domand: “Me tenê rojekê jî êrîşî tu kesî nekiriye. Lê ger ku kesek êrîşî me bike jî mafê me heye em xwe û axa xwe biparêzin. Ez bang li tevahiya şêniyan û ciwanan dikim ku akevin taxan da ku bajarên xwe ji êrîşa qirkirinê biparêze.”

‘Em ê axa xwe biparêzin’

Welatiyê bi navê Abdullah Yûsif ê ji navçeya Til Hemîsê jî got ku wî bersiv daye banga rêveberiya xweser û tev li refên parastinê bûye. Yûsif wiha domand: “Em ê ax û gelê xwe biparêzin û nehêlin Erdogan derbasî herêmên me yên ku bi xwîna şehîdan ji terora DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, bibe. Sûriye ji bo terora Erdogan nîne.”

‘Em ê ji zilma Erdogan xelas bibin’

Yek ji welatiyên ku bersiv daye banga seferberiyê jî ciwanê bi navê Aldar Mecîd e. Mecîd ku li dijî dagirkeran çek rakiriye dibêje ku ji bo parastina ax û welatê xwe çek rakiriye. Mecidî wiha got: “Em ji Erdogan natirsin. Bi hevgirtina şervanên HSD, YPG û gelên herêmê em ê pir xurt bibin û ji vê zilmê xelas bibin. Parastina axa xwe, mafê me yê rewa ye.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar