PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Kolberekî jiyana xwe ji dest da

Li ser sînorê di navbera başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê de kolberek ji ber krîza dil jiyana xwe dest ji dest da û yek jî di encama gulebarana rejîma Îranê de birîndar bû

Li gorî Kolbernews’ê duh li herêma Hewraman a kolberek ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Herwiha li herêma sînor a Bane jî di êrîşa hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de kolberek birîndar bû.

Li herêma Hewraman, li nêzî bajarokê Tewêle a ser bi parêzgeha Helebce, kolberê bi navê Arif Edak ê 45 salî ku xelkê Awayî Jîwarî ya ser bi Hewram a rojhilatê Kurdistanê, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de navenda leşkerî ya li sînorê Tewêle aşkera kiriye ku ti nasname li ser wî kolberî nîne, heta ku nasnameya wî neyê eşkere kirin wê cenazeyê wî nedin malbatê. Xelkê gundên Hewreman ên Silên, Bilber, Jîwar, Niwên, ji bo wergirtina cenaze ber bi Tewêle ve bi rê ketibûn.

Li gorî heman çavkaniyê, duh, li ser sînorê di navbera başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê de hêzên ewlehiya Îranê, li nuqteya Hengejal a herêma Bane êrîş kirin li ser komek kolberan. Di encamê de kolberê bi navê Rêbwar ê xelkê gundê Boyenî birîndar bû. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar