Kolberekî zarok ê 16 salî yê bi navê Zanyar ji çiyayê Tete yê rojhilatê Kurdistanê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li gorî malpera Kolbernews’ê, duh ji bilindahiyên çiyayê Tete yê dikeve herêma Hewraman ê rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Zanyar 16 salî dikeve xwarê û dimîne di bin berfê de. Di encamê de jiyana xwe ji dest dide.
Zanyar ê jiyana xwe ji dest dayî xelkê gundê Ban Leylax ê Hewram e, yekane kasibkarê malbata xwe bû. Ji ber sedema şert û mercê dijwar ên jiyanê û nebûna kar kolberî dikir. Herî dawî ji çiyayê Tete kete xwarê û di bin berfê de jiyana xwe ji dest da. AMED