Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kolberî xoragirî le hember dagirkariye

Hemîd Aliyali | 

Komarî îslamî her le seretayî seqamgîrî le Êran da dijberayetî xoy legel mafî rewayî mirovekan û kûltûrî çend hezar sale û ew ayîn û sûnetaney ke rîşeyan le mêjûyî gelanî Zagros da heye, nîşan da . Siyasetekanî serekî desthelat, sirînewey hemû ew şitane bû ke le bûwarî hezaran sal da le layen gelewe, wekû dab û nerîtî baş û pesendkiraw, le komelga helbijêrdrabû û be normî komelgaî kûrdî  nasrabû.

Besalane ke komarî îslamî le Kurdistan sererayî koştar û qetlûam, siyasetêkî bo reşkirdin û welawenanî kûltûrî xoragrî û berxwedan le layen gelewe le serûyî kirdewekanî xoy diyar kirdiwe.

Siyasetî şerî taybetî komarî îslamî le Kurdistan be taybet komelga, binemale, jin, cewan û exlaqî kirdote amanc. Ewan be başî zanîbûyan ke dabekanî heyî le komelgay kurdî da debine lemper le hember siyasetekanî desthelatî îdeolojîk û dowakewtû.

Şerî taybet be zor şêwazan le komelgayî rojhelatî Kurdistan berêwe deçêt. Yek lew rêgayaney ke komelgay kurdî kirdote amanc, rêgay berêçûn û aborî komelgaye. Dezgaî şerî taybetî desthelatî Êran hewl deda be birsî kirdinî gel, ewan naçar bikat teslîmî şêwazî jiyanêk bin ke desthelat bûy helbijardûn û lew rêyewe komelga pelkêşî siyasetekanî xoy bikat. Belam le katî wada komelga berxwedan dekat û deyhewêt teslîmî wistekanî desthelat nebêt û lew rêyewe pabendî xoy be dab û nerîtekanî komelayetî nîşan dedat.

Rojhelatî Kuristan le bûwarî senet û pîşesazî le şûwênekanî herî dûwakewtûyî Êran e. Dewletanî Êran heta kû êsta neyanwîstûwe karge û senetekî ewto le rojhelat damezrênin. Her eweş bote hoy ewe ke derfetî kar lem beşey Kurdistan kem bêtewe. Ya be rûwangeyekî tir dewlet detwanê be wîst û xwastî xoy pêşniyarî kar be hêndêk kes bikat. Dezgay şerî taybet le nebûnî derfetî kar le Kurdistan bo ziyatir kirdinî hêzekanî çekdarî rejîm û perepêdan be kûltûrî bekrêgîrawî ke le rojhelatî Kurdistan be caşayetî be new dekrêt, kelk werdegrêt.  Belam le layekî tirewe le beramber ew siyasetane karî wekû kolberî ke karêkî giran û metirsîdarîşe ziyad debêt.

Kolber ew keseye ke barêk lew dîwî Kurdistan bo ew dîwî Kurdistan debat. Barî qûris û giran ke zor be zehmet le rêga şaxawiyekan da têdeperêndrêt. Bo ew kareş heqdestêk werdegrê ke diyare hîç kat be qatî zehmet û metirsiyekanî nabêt.

Le layekî tirewe bijardey kolberî le katêkdaye ke dewlet derfetî karî siyxorî û caşayetî bo zor kes amade deka belam zorbey kesanî bêkar tenanet eger netwanin kolberîş biken, karî pêşniyarî le layen dewletewe qebûl naken. Hokarekeşî degerêtewe ser nerîtekanî komelga û hebûnî rastiyek ke le jiyanî gelî zagrosnişîn da heye, yanî rohî azadî û qebûl nekirdinî koylayetî. Dewlet û dezgakanî şerî taybet dawayî karî siyxorî û rawestan dij be gel lew kesane deken, ke diyar e zor kes qebûlî naken û tenanet bêkarî û gûzeranî be zehmet be bijardeyekî baştir dezanin. Her boyeş beşêk lew kesaney ke karî kolberî degirne ber, ziyatir le mirovekanî asayî tûşî riq û kîney dewlet û spay pasdaran debnewe.

Gelî kurd be salan e ke şayedî kûjranî kesanêke ke teniya bo wedest hênanî bijîwî jiyanî mal û mindalyan kolberî deken û zorbeyî herî zorî kolberanîş sahêbî jin û mindal in. Zor lew kesaneyî ke berpirsayetî berêçûnî maliyan le ser şan niye, nayanhewê xo tûşî karî metirsîdar û pirzehmetî kolberî biken. Belam ewanî tir her çende ke rojane şayedî kojran û brîndarbûnî kolberan debin, belam natwanin destî lê bikêşnewe, boçî ke jin û mindalyan birsî demênin. Yanî ewane hazirin mirdin qebûl biken belam nayanhewêt ser şorî malbatiyan bin. Grîng ewe ye ke ewane pêştir be qebûl nekirdinî caşayeyî bo dewlet û spay pasdaran serşorî komelgayan ret kirdotewe.

Le layekî trewe eger çaw le kûştarî kolberan bikeyn, debînîn ke be pêy qanûn û yasakanî komarî îslamî xetay ew kesaney ke bê nawî kolber dekojrên awakirdinî bê eîcazey sinûrekane. Her ew yasayaneş delên ke hêzekanî serbazî boyan heye eger kesêk bê eîcaze sinûr derbaz bikat bîgirin û yan eger ranewesta teqey hereşey lêbiken û eger dîsan ranewesta le nawqed bo xwarewe weber gûley den.

Belam rêkarî hêzekanî serbazî û spay pasdaran awa niye. Ew hêzane ne tenya kolberan nagirin belkû bo kûştiniyan kemîn dadenênewe, weber regbarî gûleyan deden û çi carîş le laq û xwarewey nawqedyan naden, belkû rastewxo bo kûştin le ser û bedeniyan deden. Tenanet hindêk car dîtrawe ke diway teslîm bûnî kolber be lêdan û yan be gûle kûjrawin û ya beryan dawe û diwatir le piştewe ra weber gûleyandawe. Lem mijare da şitêkî ke le hîç şûênêk le cîhan da nedîtrawe eweye ke zor car esb û heywanî barheligirî kasibkaranîşyan tîrebaran kirdûwe, yanî diway talanî barekaniyan heywanekaniyan be rîz kirdûn û weber gûleyan dawin. Karesatî wa ke bo mirovî sahêb wîjdan zor diltezêne.

Ew şêwaze le helsûkewtî hêzekanî serbazî Êran ke rastewxo le fermandekanî spay pasdaran ferman werdegrin, sereray ewey ke le layen gelewe narezayetiyekî zorî lêkewtotewe belam hîç gorankariyekî tê da nekrawe. Lem mijareda debê be çend xalî grîng amaje bikrêt.

Le sereta ke kûştnî kolberan zor be degmen dehate pêş, narezayetî û têkhelçûn û şerî zorî le nêwan gel û hêzekanî dewlet sazdekird, belam diwatir wirde wirde kûştinekan bûn be rojanew kardanewekanîş kemî kirdin. Be corêk kûştarî kolberan bû be şitêkî rojane û bû be mijarêkî adî. Detwanîn blêyn bû be mijarêkî yasayî ke xoy le xoy da dij be yasa bû. Heta ew serdeme le layen dewletewe çi ştêk lem babete nedegûtra û tenanet hîndêk carîş berpirsanî dewletî basî hawxemişyan dekird. Belam adîbûnî her çemkêk be xoyewe rewtî taze dênête arawe. Êsta way lêhatûwe ke fermandekanî herî balay spay pasdaranî Êran riwalet deden be kûştnî kolberan û delên ewane qaçaxçî sîlah û meşrûbatî elkolîn. Her boyeş kûştinî wane hele niye û kesî wa debê bikûjrê. Fermandekanî spay pasdaran tenanet rexney tûnd lew kesane û yan le nûwêneranî parleman degrin ke delên kolber nabê bikûjrê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar