Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin

Komeke nîjadperest ku jê re dibêjin ‘ulkucu’, li Muglayê bi kêran êrişî xwendekarên kurd kiribûn. Li şûna ku êrişkarên nîjadperest bên binçavkirin, 5 xwendekarên kurd ên rastî êrişê hatibûn hatin binçavkirin

Şevê din saet derdora 24.00’an de komeke nîşadperest ên bi navê “ulkucu”, li Wargeha Xwendekarên Zilam a Turtugreîs a girêdayê KYK’ê ku li Taxa Koteklî ya navçeya Menteşe ya Muglayê ye, êrişî xwendekarên kurd kirin. Xwendekarên kurd dan zanîn ku piştî pîrozbahiya Newroza li Bodrumê ku di 20’ê adarê de hate kirin, koma navborî ya nîjadperest gef li xwendekarên beşdarî pîrozbahiyê bûne xwarin. Ji ber vê bûyerê jî ciwanê bi navê Bariş Aşît Akan di sersibeha 21’ê adarê de bi hinceta “li wargehê şer derxistiye” hate binçavkirin û piştre jî hate berdan.

Rastî êrışa 100 kesanhatın

Xwendekarên kurd diyar kirin ku her tim rastî gefên ulkuciyan dihatin û dema şevê din dixwestin bikevin wargehê, komeke nîjadperest ku ji 100 kesan pêk dihat êrişî wan kir. Di navbera xwendekarên kurd ên dixwestin xwe biparêzin û koma nîjadperest de şer derket. Ji nîjadperestên êrişkar 4 kes birîndar bûn. Nîjadperestên birîndar ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Yên rastî êrîşê hatin binçav kirin

Yên ku bi alavên tûj êrişî xwendekarên kurd kirin ulkucu bûn lê belê ji êrişkaran kesek nehat binçavkirin. Li şûna êrişkarên nîjadperest, xwendekarên kurd Bariş Aşît Akan, Civan Hasan Adlig, Nûrûllah Yildiz, Zana Karaaslan û Saît Çelîk ên rastî êrişê hatibûn, hatin binçavkirin. Xwendekarên kurd nîha li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Ulayê tên ragirtin.

Hat zanîn ku piştî binçavkirinê, koma nîjadperest ketin odeyên xwendekarên kurd û tiştên wan ji wargehê avêtin derve.

Lêpirsîna derheqê bûyerê de berdewam e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar