Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Koma Whatsapp û stranên kurdî sûc hesibandin!

Di îdianameya 4 kesên ku di operasyona li dijî endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê de hatibûn binçavkirin de, stranên kurdî û daxilbûna wan a nav koma Whatshappê sûc hat hesibandin

Di 27’ê cotmeha 2020’an de li hemberî endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê operasyonek hatibû lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de 20 kes hatibûn binçavkirin. Derbarê 4 kesên temenê wan di biniya 18 salan de îdianame hat amadekirin. Îdianameya derbarê B.B., D.K., Ş.K. yê negirtî A.T.’yê girtî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Wanê jî îdianame qebûl kiriye.

Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku têkiliya kongreyên Meclisên Ciwanan ên HDP’ê yên di adara 2016’an de li Enqereyê û di cotmeha 2018’an de li Amedê hatine lidarxistin, bi rêxistinê re heye. Her wiha di îdianameyê de kongreya Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di 11’ê hezîrana 2019’an de li Enqereyê hatibû lidarxistin jî sûc hatiye hesibandin û hatiye îdiakirin ku bi telîmata rêxistinê hatiye lidarxistin.

Guhdarkirina telefonê

Di îdianameyê de ji bo guhdarkirina telefonên 4 kesan hatiye diyarkirin ku di axaftinan de tiştekî ku bibe sedema “sûcdariyê” tune ye. Lê belê di îdianameyê de derbarê A.T. de ji bo hin nîşeyan û daxilbûna wî ya nav koma Whatsappê ya bi navê “Ciwanên HDP’ê yên Wanê” sûc hatine hesibandin. Her wiha hin parvekirina lînkên nûçeyan jî sûc hatiye hesibandin. Materyalên derbarê plansazî û raporên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û parvekirinên derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sûc hatine hesibandin.

Sûc tune ye lê xwest bê cezakirin

Di îdianameya têkildarî B.B. de, hatiye diyarkirin ku di taqîtabata teknîkî ya telefonê de tu tiştekî sûcî nehatiye tespîtkirin. Derbarê D.K. de jî heman tişt hatiye kirin lê belê stranên kurdî yên di telefona wî de wekî “propagandaya PKK’ê” hatine hesibandin.

Derbarê Ş.K. de jî hatiye diyarkirin ku di taqîbata teknîkî ya telefonê de tu tiştekî sûcî nehatiye tespîtkirin, lê belê stranên kurdî yên di telefona wî de wekî “propagandayê” hatine hesibandin.

Di beşa dawî û nirxandinê ya îdianameyê de hatiye xwestin ku her 4 kes bên cezakirin.

Îdiaya ‘têkiliyeke organîk’

Di berdewamiya îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku her 4 kes li gor “ferman û telîmatan tevgeriyane” û di bin navê Meclisa Ciwanan a HDP’ê de li gor ferman û telîmatan tevgeriyane û bi rêxistinê re “têkiliyeke wan a organîk” heye.

Danişîna ewil a dozê dê di 15’ê adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Wanê bê lidarxistin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar