Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Komara Îslamî ya Îranê serî li riya benê darvekirinê dide

Ji ber xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, heta niha rejîma Îranê cezayê dervekirinê li zêdetirî 30 kesan biriye û cezayê 2 kesan pêk aniye. Metirsî heye ku cezayê 28 kesên din pêk were.

Ji 16’ê îlonê ve ango ji dema destpêkirina xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî hatin destpêkirin ve nêzî 19 hezar kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin. Ji vane cezayê girtîgehê li sedan kesan hatiye birîn û aqûbeta gelek kesan hîn nayê zanîn.

Niha jî rejîma Îranê ji bo tirs û çewisandina xwepêşanderan serî li riya darvekirinê û birîna cezayê darvekiriyê daye. Heta niha cezayê dervekirinê li zêdetirî 30 kesan hatiye birîn. Herwiha Muhsin Şikarî û Mecîd Raza Rehnewerid hatine darvekirin.

Ew kesên ku cezayên darvekirinê li wan tê birîn, bi îdiaya, ‘kuştina hêzên dewletê, şerê li dijî Xwedê, xerabiya li ser erdê û serhildana çekdarî ya li dijî dewletê û heqareta li pêxember’ tên sûcdar kirin.

Îhtimala darvekirina 26 kesan heye

Li gorî raporek Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) a têkilarî darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve metirsiya darvekirinê li ser 26 kesên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin heye.

Di nava van kesan de 6 kes xelkê bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wan wiha ye, Ferzad û Ferhad Tehazade, Karwan Sahî Perwane, Reza Îslam Dost, Hejar Hemîd û Şehram Mehrud Mela ne.

Li gorî çavkaniyan ev her şeş girtiyên kurd, bêyî bi xwe li dadgehê amade bin, ceza li wan hatiye birîn û li Girtîgeha Urmiyê de veguhertine cihek nediyar. Ev ji bûye sedema fikara ku werin darvekirin.

Herwiha sê stranbêjên rap ên bi navê Saman Yasîn, Tomac Salihî û Behram Elî Kenarî di nava kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de ne.

Saman Yasîn xelkê Kirmaşanê ye û bi îdiaya, ‘şerê li dijî Xwedê û xerebiya li ser erdê’ tê sûcdarkirin.

Bûyerên xwepêşandana çileya Hedîs Cebafî ya li Kerecê yek ji wan bûyerên ku herî zêde ji ber cezayê darvekirinê li xwepêşanderan hatiye birîne. Hemîd Qerehesenlû, Mihemed Mehdî Keremî, Seîd, Mihemed Hisênî, Hisên Mihemedî, Reza Ariya hemû bi hînceta, ‘kuştina endamê hêzên Basîc Rulaha Ecem’ hatine sûcdarkirin.

Cezayê darvekirinê li 3 jinan hatiye birîn

Herwiha sê jinên bi navê Mesha Muhemedî, Fehîme Kerîmî û Ferzane Qerehewslu di nava lîsteya kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn de ye.

Mesma Mihemdî bi tometa heqareta li pêxemberê îslamê tê sûcdarkirin. Fehîme Kerîmî perwerdekara voleybolê ye û li Pakdeştê hatiye girtin. Ferzane Qerehesenlu hevjîna Hemîd Qerehenlu ye û herdu karmendên tenduristiyê ne. Bi tevlibûna kuştina endamekî hêzên Belîs ê li Kerecê tên sûcdarkirin.

Ji aliyê din ve, bi sûcdarkirina kuştina endamekî Besîc ê li herêma Îkbatanê 2 xwepêşanderên bi navê Mîlan Armun û Nestû Nîkxa cezayê darvekirinê girtin.

Heman cezayên darvekirinê li ser 3 lîstikvanên futbolê hat birîn

Li Esfehanê cezayê darvekirinê li ser 3 lîstikvanên futbolê ên bi navê Emîr Nesir Azadanî, Seîd Yequb û Salih Mîr Haşim, bi cezayê kuştina efserek polîsan û du besîcan, hat birîn.

Navê kesên bi hêcetên cuda cuda cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn evin; “Sehend Nurmiheme Zade, Mahan Sêdaret Mern, Menuçher Mehman Newaz, Mihemed Berxun, Mihemd Qubadlu, Ebulfazil Mêhrî Hisên Hacî, Muhsîn Rezazzadeî Qeraqlu, Seîd Şîrazî û Ekber Xefarî.”

Sucên ku dibin sedema cezayê darvekirinê

Şerê li dijî Xweda û xirabiya li ser erdê, di yasaya hatî pejirandin ya sala 1982’yan de ket nav sîstema Dadwerî ya Îranê û di sala 1990’an de jî di qanûna yasaya cezayên îslamê de weke beşek ji kiryarên sucdar hatin binavkirin.

Ew kiryarên di yasaya îslamî ya Îranê de ku mînaka wan sucanin evin; “Bikaranîna çek ji bo tirsandina xelkê, serhildana çekdarî dijî dewletê, plankirina rûxandina dewletê û talankirina çekdarî.” Evane li gorî yasaya suc ya Îranê cezayên weke darvekirin, birîna dest, an jî dersînorkirinê ne.  Ev ceza li gorî biryara dadwer ji bo sucdaran tên diyarkirin.

Li gorî madeya 286 ya yasaya ceza ya Îranê ku di sala 2011’an de hatiye pejirandin, ji bo xirabiya li ser rûyê erdê weke ‘tevlihevkirina ewlekariya giştî ya welat, sedema bêewlehî, zirardayîna mirov, mal û milkê giştî û taybet, herwiha belavkirina xirabiyê, laşfiroşî’ cezayê darvekirinê hatiye diyarkirin.

Di vê madeya yasayê de, sucê dijî ewlehiya navxweyî û derve ya welat, belavkirina direwan, karê tevliheviyê, xirabiya di sîstema aboriya welat de, şewitandin, wêrankirin, belavkirina madeyên jehrî, metirsîdar û vekirina cihên laşfiroşî, weke mînaka xirabiya li ser rûyê erdê hatiye binavkirin.

Serhildana çekdarî ya dijî desthilatdaran, sucek dine û li gorî yasaya ceza ya Îranê ew kes dijî dewleta îslamî çek hildigirin. Eger çek bikarbînin, cezayê wan darvekirine, eger çek bikarneanîbin, cezayê girtîgehê bi ser wan de dibirin.

Heqaretkirina pêxemberan jî, li gorî madeya 262 ya yasaya cezayê Îranê îdam e. Eger mirov serxweş be yan jî wateya wan axaftinên ku kirî tênegihi, cezayê darvekirinê nayê dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar