Di 22’yê Çileya 1946’an li rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve Komara Mahabadê hat îlankirin. Mizgîniya avabûna Komara Kurdistanê li Meydana Çarçirayê hat dayîn. Lê emrê dewleta kurd zêde dirêj nebû.
Her çiqas emrê Komara Mahabadê kin be jî di dîroka kurdan de xwediyê cihekî girîng e. Komara Mahabadê di van 10 mehan de artêşekî avakirin ji aliyê çandê de xwe pêşxistin. Zimanê kurdî bû zimanê fermî yê komarê.
Di merasima avakirina Komara Mahabadê de Qazî Mihemed wiha sond xwar: “Li ser welat û ala xwe ez sond dixwim ku ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe û nefesa xwe ya dawî, bi can û malê xwe di rêya azadiyê de, ji bo ku ala me li asîmanan pêl bide têbikoşim.”
Piştî demeke kurt bi lihevkirina Yekitiya Sovyet û Îngilistanê, Sovyetê piştgiriya xwe ji ser Komara Mahabadê kişand. Li ser vekişîna Sovyetan, Îranê êrîşê Komara Mahabadê kir, dest bi qetliamê kir û piştî 10 mehan di 17’ê Kanûna 1946’an de komar hilweşand.
Bi hilweşandina Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevalên xwe hatin girtin û biryara darvekirinê di derheqê wan de hat dayîn. Qazî Mihemed û rêhevalên xwe di 31’ê Adara 1947’an de li meydana ku komar lê hatibû ragihandin li Qada Çarçirayê hatin darvekirin.
Lê beriya ku bê darvekirin, Qazî Mihemed wasiyeteke ji gelê kurd re nivîsandibû. Qazî Mihemed di wasiyeta xwe de wiha bang li gelê kurd dike:
“Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Gelê min ez di gavên dawî yê jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hemberî dijminê zordest û zalim derkevin, xwe nefiroşin. Dijmin her çi qas we bixwaze jî ew tenê dixwazin karê xwe bi we bidin qedandin…
Dijminê gelê kurd pir in. Zordest û bêrehm in, piştgiriya hev bikin. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê belê yekitiya xwe ava kirine. Bila dijmin we nexapîne…
Yekitî û tebayiya di nav xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah nebin, bi taybetî jî di berpirsiyarî û xizmetê de. Xwendin û zanist û pileya zanyariya xwe pêşve bibin, ji bo dijmin kêmtir we bixapîne…
Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî, ne giyanî, ne malî û ne jî ya namûsî; ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûcdar e…
Ger yekî ji ve bikaribe karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkar bin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin.
Ta ku hûn hev negirin, hûn bi ser nekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxe û nabûd dibe, Xwedê tola zilmê jî hil tîne.
Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dijminên we de bi ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye:
Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm
Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm
Xizmetkarê gel û welat.
Qazi Mihemmed.”
Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê