Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komara Kurdistanê: Pêkhatin û têkçûn!

Kakşar Oremar

Roja 17ê kanûna sala 1946an artêşa dewleta Îranê kete nava sînorên Komara Kurdistanê û piştî 333 rojan temenê komarê di wê rojê de hate dawiyê ku beriya wê bi salekê li roja 17.12. 1945an kurdan ala Kurdistanê li ser banê îdareya edliya Mehabadê bilind kiribûn. Dewleta Îranê bi zanebûn ew roj hilbijartibû û peyameke siyasî pêre hebû û xwestin bînin bîra kurdan ku: “Roja we ala xwe bilind kir, me ew al anî xwarê û dawî bi jiyana hikûmeta we jî anî…”

Piştî 74 salan ji têkçûna wê komara pir destkeft ez bi vê nivîsê re dixwazim hinek behsa destkeft û sedemên têkçûna du desthiltdarên kurd û azeriyan bikin.

Navê komarê û cîhana demokrat!

Alîgir azadî û dostên demokrasiyê dema navê komara Kurdistanê dibihîsin, bi nêrîneke tije rêzdarî wê rûdana girîng û navê Qazî Mihemed temaşe dikin. Ew bizaveke netewî bû û hêza xwe ya sereke ji hemû çînên civakê distand ku beriya wê jî xwedî daxwazên dewleteke serbixwe li Kurdistanê bûn. Dost û dijminên demokrasiyê li ser bîr û ramanên Qazî Mihemed ên pêşverû xalên balkêş bi bîra dîrokê tînin. Di nava dilê civakeke dorpêçkirî û sîstemeke pasdamyî de dijber ew kes bûn ku gelê kurd layîqî jiyaneke baştir nedidîtin. Dehola demkorasiyê di destê wan de bi hêz û dengê zoranaya azadîxwaziya wan jî guhê mereva kerr dike lê ew ne ji aştiyê hez dikin û ne jî nasanameya demokrasî û azadiyê dinasin. Zêdetirî dused salan e ku em bi dostên wiha re li Kurdistanê rû bû rûne ku di kirasê dijmin ne.

Destkeftên komarê li rex mercên demê, temenê kurt, nebûna birêveberên şehreza, hebûna dijberê derekî û navxweyî, dorpêça aborî û ew fesada îdarî ya ku li pey têkçûna desthilata malbata Pehlewî li herêmê mabû, dîsa jî gelek û karên mezin hatin kirin.

Ji 25ê Tebaxa sala 1941an ku hêzên artêşa Îngîlistan û Soveytê ji başûr û bakur derbasî nava sînorên Îranê bûn, rejîma Riza Şahê Pehlewî têk çû. Bihara azadiyê hatibû û xelk tevî hemû kêmasiyên jiyanê ji wê rewşa hatibû pêş razî bûn. Êdî siya reş a wê desthilata tije zulm û fesad li ser jiyana xelkê nemabû.

Di wan şertan de kurd û kêmnetewên din ên nava sînorên Îranê li ser “diyarkirina maf qedera xwe” ketin hewldanên avakirina rêxistin û saziyên îdarî û birêveberiya welatê xwe. Di karekî wiha da kurd bi rêya komeleya Jiyanewey Kurd – JK pêşneg bûn.

Destkeft ji îlana komara Kurdistan û çêkirina çapxanê û belavkirina gelek rojname û kovarên kurdî bigire heya pêhhatina yekitiya jinan, artêşeke serbixwe, xwedin bi zimanê kurdî, hewldanên zêde ji bo çêkirina rewşa aborî, vekirina sînorên komarê li ber hatina kurdên perçên din ên Kurdistanê û li ber çavgirtina hemû mafê wekheviyê ji kêmnetewên olî-etnîkî yên yehûdî û ermenên herêmê nasnameya demkoratîkbûna desthilata kurdan a xwedî temenê 333 rojan radixe ber çavan.

Bi giştî deskeftên komara Kurdistanê ya demkurt wiha dikarên bêne xêzkirin:

  • Fermîkirina zimanê kurdî di nava sînorên komarê de bû zimanê nivîsîn û xwendinê. Dersa dibistan û rêvebirina dewletê jî bi kurdî bû.
  • Perwerdehiya mecbûrî ji bo hemû zarok û belaş amadekirina du taxim cil-bergên fermî ji bo xwendevanên kurd. Ji bo zarokên sêwî jî karekî wiha hate kirin.

Sazkirina polên perwerdeyê ji bo kesên xwedî temenmezinan û li rex wê jî kempîna li dijî nexwendewariyê dest pêkirin.

  • Damezrandina çapxaneya Kurdistanê ji bo çapkirina rojname, kovar û pirtûkên bi zimanê kurdî. Belavkirina çend rojname, salname û kovaran bi zimanê kurdî: Rojnameya Kurdistan, kovarên: Helale, Hawara Niştiman, Girûgalî Minalanî Kurd û gelek pirtûkên din.
  • Sazkirina hêza artêş û hêza pêşmergeyên Kurdistanê.
  • Avakirina Yekitî Yayanî Kurdistan (Jinên Kurd di bi serokatiya Mîna Qazî de) û derxistina yasayekê ku parastina mafê wekheviya dida jin û mêran.
  • Bi hêza gel û dewletê ewlekarî û asayîş li herêmên nava sînorên komara Kurdistanê de hebûn.
  • Pêkanîna navendên bazirganî û hewldanên ji peywendiyên tu carî bi dewletên cîran re.
  • Daxwazên gelê kurd ji raya giştî ya cîhanê re ku cara yekê di konferansa Potsdamê û danasîna gelê kurd bo cîhanê di plana birêveberên kurd de bû.
  • Hewldanên dîplomatîk bo peywendiyên siyasî bi dewletên cîran: Azerbaycan, Îran, Îraq, Sovyet û hwd.

Sedemên têkçûyîna Komara Kurdistanê

Li vir mirov dikare sedemên têkçyîûna du komarên Kurdistan û Azerbayicanê bike du par:

  1. Sedemên derekî
  2. Sedemên navxweyî
  • Siyseta du dewletên Amerîka û Îngîlistanê ku di şerê bi Almanya re biserketibûn, li dijî azadiya kemnetewên etnîkî di çarçova sînorên Îranê de bûn.
  • Soveyet di asta pewendiyên bi du desthiltdarên Kurdistan û Azerbaycanê re siyseteke durûyane hebû. Dema îmtiyaza petroka bakurê Îranê hate pêş, êdî hemû tiştek kirin qurbanî berjewendiyên xwe yên aborî.
  • Ji ber rewşa aborî a xerab ku piştî şerê bi hêzên Hîtler re hatibû holê, dewleta Sovyetê nedikarî li dijî Înîgilistan û Amerîkayê karekî bike. Ji ber nûve avakirina hêza aboriya Sovyetê di dema şerê cîhanî yê duyemîn de ew muhtacî hevkariyên madî yên Amerîkayê bûn.

Ev sê sedemên derekî li rex sedemên jêr an jî navxweyî jî bûne sedema têkçûna komara Kurdistan û Azerbaycanê:

  • Sîstema siyasî ya malbata Pehlewî ku zordarî û zulma bêsînor a wan tirseke mezin çêkiribû, paşerojeke nexweş dida xuyanîkirin ka bi çûyîna hêzên artêşa Sovyetê yê çi biqewime.
  • Girêdan û pewendiyên hemû alî yên rejîma Pehlewî bi du dewletên Îngîlistan û Amerîkayê ve.
  • Kêm azmoniya kurd û azeriyan di qada şoreş û xebata siyasî, birêveberî û avakirina partiyên siyasî.
  • Kêmbûna berpirs, birêveber û kadroyên xwedî zanista pêwîst di qadên siyasî, aborî û civakî de.
  • Di qada şerê meydanî û leşkerî de nebûna kadroyên pêwîst û pisporên leşkerî ku hêza Pêşmerge û Fedayîyên Azerî perwerde bikin.
  • Rewşa xerab a aborî, kêmbûna kan û kêmazmonî di warê ticareta navnetewî, sûd nestandin ji îmkanên çandiniyê li herêmê û sûd nestandin ji teknolojî û îmkanên sirîştî li Kurdistan û Azerbaycanê de.
  • Dijberiya giran û bêsînor a dewletên cîran li dijî hemû cûrên bizavên azadîxwaz li Kurdistan û Azerbaycanê.
  • Hêz û îmkanên eşîret û êlên wê serdemê ku serok û gire-girên wan piranî tenê ji bo berjewendiyên berteng ên derdora xwe dixebitîn. Pirsgirêkên wan ên navxweyî ku pirî caran şerê hev dikirin, dûrbîna wan ji şoreş û xebatên siyasî û hwd. bûne sedem ku ew hêza wan mezin bi hatina bayekî kêmhêz jî berê wan ber bi çeperê dijmin vegere û şerê doza Kurdistanê bikin.
  • Zû têkçûna hikûmeta millî ya Azerbaycanê ku kes li benda hatina rewşeke wiha nebû.
  • Reva gelek ji serkirde û birêveberên azerî ku Ceifer Pîşewerî û gelek kesên din zû qada xebatê berdan û çûn Azerbaycana Soveytê.
  • Belavkirina tirsê bi rêya wê tevkujiya ku bi mirovên girêdayî rejîma Pehlewî û artêşa Îranê di nava sînorên hikûmeta millî ya Azerbaycanê dabûn xuyankirin. Ev rewş bû sedema dudilî û tirseke mezin di nava serok eşîretên kurd de jî.
  • Tirseke mezin ji şerê navxweyî hebû ku artêşa Îranê berê hinek serok eşîretên herêma Mukriyan û Urmiyê teşwîqî karekî wiha kiribûn.
  • Azeryan ew peymana sêbendî ya di navbera du desthilatên Kurdistan û Azerbaycanê ji bîr kirin û dema ku çûn Tehranê birêveberên Mahabadê agahdar nekirin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar