Îsal di sala 74’an a têkbirina Komara Mahabadê de gelê kurd careke din dîroka bêbext bi bîr tîne. Komara Mehabadê tenê bi dîroka xwe ya bêsiûd na, bi tecrûbeyên li dû xwe hiştin jî hêjayî nirxandinê ye. Şert û mercên ku weke kurd îro em tê re derbas dibin ji hin aliyan ve dişibin hev û bivê nevê bîranînên balkêş di bîra mirov re derbas dibin.
Dawiya Şerê Cîhanî yê duyemîn, derfeteke guncav derxist pêş kurdên Rojhilat û Komara Mahabadê ava bû. Ji her aliyan ve bû kêfxweşiyeke dîrokî. Bi pêşewatiya Qazî Mihemed kurdan hikûmeta xwe ava kir, sazî û dezgehên rêvebirina komarê bi lez hatin damezirandin. Hêviyeke gelek mezin bû, jî bo her kurdekî li rûyê zemîn. Ji bo kurdên Başûr jî bû derfet û di vê pêvajoyê de PDK bi serokatiya Mistefa Barzanî hat avakirin. Kurdên Başûr jî bi vî awayî yekser bûn hevparê komarê û Mistefa Barzanî weke Wezîrê Parastinê di kabîneya wezaretê de cih girt. Hingê nehate bîra kesî ku bêje, ‘na ew ji parçeyekî din in û em wan li Rojhilat-Mahabadê qebûl nakin’, jixwe fikreke wisa dûrî hiş û mêjî bû.
Komara Sowyetê ji şerê cîhanê bi awayekî serkeftî derketibû, hukmê wê di cîhanê de gelek derbas dibû. Statûya Îranê hê ne diyar bû. Bi erêkirina Sowyetê Komara Azerbaycanê ava bû û pê re jî kurdan Komara Mahabadê girêdayî Komara Azebaycanê di 22’yê çileya 1946’an de ava kir. Di nav çend mehan de ji aliyê rêvebirî, parastin, çand û ziman ve gelek pêşketin pêk hatin. Riya vêjîna kurdan vebûbû.
Ji ber ku statûya Îranê ya navneteweyî diyar nebû, di navbera bloka Sowyetê û Amerîka-Îngilîstanê de reqabeteke mezin li ser Îranê hebû. Komara Sowyetê bi serokatiya Stalîn ne li gorî welatan, li gorî berjewendîperestiya dewleta Sowyetê tevdigeriya. Stalîn çend sal berê Yewnanistan, Îtalya û Fransa kiribû qurbanê vê polîtîkayê. Wisa jî Komara Azerbaycanê û Mahabadê kir qurbanê vê polîtîkayê; Îran ji îngilîzan re hişt û pişta xwe dayê çû. Piştre artêşa Îranê kete Azerbaycanê komar rûxand.
Serjimara azeriyan li Îranê zêde bû, bi qasî kurdan pê de neçû. Gava kete Kurdistanê bi rik û nefret, bi awayekî devbixwîn lê qelibî komar tarûmar kir. Qazî Mihemed û endamên hikûmetê hatin bidarvekirin.
Komara Mahabadê dîrok û tecrûbeyeke pir girîng e ji bo kurdan. Kêm zêde yekitiyeke navkurdî heye, xiyanet ji aliyê dost û mutefîkên kurdan hatiye pê. Yanî ji derve ve hatiye. Tecrûbeya Komara Mehabadê daye peyitandin ku serê pêşîn divê kurd xwe bispêrin hêza cewherî. Eger tenê bi baweriya hêzên hevkar û derfetên navneteweyî be gav heta cihekî dikarin bên avêtin. Divê hêza cewherî esas, derfetên din weke alîkar û rêdayî bên dîtin. Ev tecrûbeyeke dîrokî ye. Helbet şertên dîrokî yên ku Komar derxistin holê nikaribûn bên redkirin. Komara Mahabadê derfeteke dîrokî ye lê divê ev tecrûbeyên me behskirin jî misoger bên derxistin. Komara Mahabadê destpêk bû, ji wê şûn de hêzên ku ev rastî di ber çavan re derbas nekirin, her tim singê xwe ji têkçûnê re vekirin, wisa jî pêk hat.
Tecrûbeyeke din heye ku ji nîqaşa îro re jî dibe bersiv. PDK li Mahabadê hat damezirandin. Ji axa başûrê Kurdistanê bû lê ne mêvan weke malxwê bû, heta ku komar têk çû. Pêşewayên Komara Mehabadê ava kir, Barzanî ne weke mêvan, weke xwediyê welêt dawetî nav hikûmeta xwe kir.
Tecrûbeyeke dîrokê pişrast kiriye jî ev e; PDK’ê ji vê dîrokê tu car ders dernexistiye, rastiyên dîrokê derxistinê pêş wê berevajî kirine. Pişta xwe spartiye hevkariyê û hêza cewherî jî esas nagire. Tevgera Azadiyê di rojên tengezar de li ser axa Kurdistanê riya PDK’ê û hemû hêzên Başûr vekir. Hebûna wê bû misogeriya statûya Başûr, hê jî li dijî dagirkeriyê parastina axa Başûr weke man nemana xwe dibîne. PDK li başûr xwedî statû ye, hikûmet e û rewatiya wê ya navneteweyî heye. Bi vê hêza xwe çi dike? Weke Qazî Mihemed birayê xwe yê kurd dawetî nav têkildariya xwe nake, bi komara Tirkiyeyê re peymana dagirkeriya axa xwe datîne, gelê kurd dide bombebarankirin.
Ji Komara Mahabadê û vir ve di destê PDK’ê de çi ma? Em bêjin PDK’ê mûtasyon derbas kir. Na, PDKê her tim hevkarî esas girt, bû dostê dijminê birayên xwe, her wiha jî bû dijminê birayê xwe. Carinan xwîna birayê wê, carinan jî hevkariya dijminan di destê wê de ma. Ev ne tesadif e, ne mûtasyon e, ev xeteke esasî ye, nasnameya wê ya cewherî ye.
PDK wiha li dinyayê dinêre. Felsefe û nêrîna wê ev e. Dost û dijmintayê di riya berjewendiyên xwe de dibîne. Qazî Mihemed bi xeta niştimanpewer li PDK û avakarê wê nihêrîbû. Têk çû lê ji me re mîrateyeke bêhempa hişt ku bi dolar û berjewendiyan nayê kirîn û firotin. Pir zelal xuya dibe ku PDK û hikûmeta herêmî bi çavên Qazî Mihemed li dinyayê nanêrin. Pê re eleqeya wan nîn e. Hûn bawer bikin ku 74 çar sal şûnde şehîdên Mahabadê bi vê bêbextiyê ne rihet in.
Xwezî Barzaniyê kur û nevî jî di bîrê de weke Qazî Mihemed bimana. Mixabin di bîra kurdan de bêbextî birîn e, wê her xwîn bike. Bîr mêjiyê neteweyan e, her tişt di wir de tomarkirî ye. Her tişt tê jibîrkirin lê bîr tu car nayê jibîrkirin.
Eynî weke dîroka Komara Mahabadê û Qazî Mihemed…
Şehîdên Komara Mehabadê nemir in.