Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KOMAW û PYD’ê ji bo cejnê peyam weşandin

KOMAW û PYD’ê Cejna Remezanê pîroz kirin û xwestin cejn bibe wesîleya bidawîkirina şer û dagirkeriyê

Navenda Nûçeyan |

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a Ewropayê (KOMAW) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyên nivîskî weşandin û Cejna Remezanê pîroz kirin.

Di daxuyaniya KOMAW’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em ên li Ewropayê li dûrî xizmên xwe dikevin cejnê lê ew ê yekitiya me ya di dilan de, peyama herî xweş e cejnê be.

Mixabin malbatên me yên şehîdan bi aramî vê cejnê pîroz nakin. Yan li pêşiya girtîgehan ji bo hevdîtina zarokên xwe ne yan jî ji bo ku gorên zarokên wan neyên bomberdûmankirin nobetê digirin. Em berxwedana dayik û malbatên şehîdan pîroz dikin.”

Peyama PYD’ê

PYD’ê jî di peyama xwe ya cejnê de ev tişt anî ziman:

“Em cejna gelên Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya bidawîkirina şer û dagirkeriyê. Em hêvîdar in gelê me yên koçber vegere ser axa xwe û dagirkeriya dewleta tirk jî bi dawî bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar