Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Komcivîna Jinên Ciwan a Pêşî ya Herêma Efrînê hate lidarxistin

Li kantona Şehbayê Komcivîna Pêşî ya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê hate lidarxistin. Di komcivînê de hat gotin ku bi saya fikrên Ocalan, jinên herêmê xwe birêxistin dikin û ji tarîtiyê derketin ronahiyê. Beşdaran berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê jî silav kir

Komcivîna Pêşî ya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi başdarbûna hemû endamên saziyan jinan û meclisan li Kampa Serdemê ya Şehbayê bi dirûşma ‘Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Efrînê rizgar bikin’ li dar xist. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di komcivînê de li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Cîhan Koçer axivî. Koçer berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir. Koçer teqez kir ku dê Efrînê rizgar bikin.

Di komcivînê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî axivî û da zanîn ku dewletên desthilatdar di serîde êrîşî ciwanan bi taybet jî jinên ciwan dikin. Hiso daxuyand ku jinên ciwan xwe bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan birêxistin kir û civîna îro li Şehbayê tê lidarxistin jî tê wateya serkeftina felsefetaya biratiya gelan. Piştî axaftinan, têkildarî rola jinên ciwan a di Şoreşa Rojava de sînevîzyonek hate pêşandan.

Bi fikrên Ocalan derketin ronahiyê

Ji jinên tev li komcivînê bûn Îmen Oso anî ziman ku rola jinên ciwan di avabûna civakê de mezin e. Oso got ku bi saya fikrên Ocalan gihaştin wê astê ku xwe birêxistin bikin û komcivînan li dar bixin. Jina ciwan Zeyneb Nasen jî di serî de grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kirin silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. Jina ciwan Îmen Elo jî diyar kir ku jinên herêma Şehbayê fikrên neteweya demokratîk nas kirin, ji tarîtiyê derketin ronahiyê û di her alî de rola xwe lîstin. Elo dîwarê ku dewleta tirk li Efrînê çê dike jî şermezar kir û da zanîn ku dê hemû dîwarên dagirkeriyê bi îradeya jinên ciwan bên hilweşandin.

Çêkirina dîwar şermezar kir

Rêvebera Jinên Ciwan a Şêrewa ya Efrînê Hêvîn Mûse jî di serî de avakirina dîwarê li Efrînê şermezar kir û wiha derbirî: “Mehek berê dewleta tirk dest bi avakirina dîwar li gundê Meryemîn, Cilbir û Kîmarê kir. Bi vê yekê dixwazin axa Efrînê ji Sûriyeyê qut bikin. Weke jinên ciwan em ê li dijî vê pêkanînê bi tundî bisekinin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar