Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Komek ciwanên Botanê tev li nava refên gerîla bû

Navenda Nûçeyan |

Piştî dewleta tirk li her derê li hemberî destkeftiyên gelê kurd şereke dijwar da destpêkirin, ciwanên kurd jî ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe ref bi ref berê xwe dan çiyayên azad û tev li refên gerîlayan bûn. Ev tevlibûna ciwanan ku hê jî bi awayekî xurt didome, bi taybetî piştî dagirkeriya dewleta tirk a axa Başûr û ragihandina pêngava KCK’ê ya bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye’ derket asta jor.

Li gorî ajansa Nûçe Ciwan, komek ciwanên Botanê ji bo bersivbûyîna pêngava KCK’ê tev li nava refên gerîlayan bûn. Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlibûna xwe ragihand.

Daxuyaniya ciwanên Botanê wiha ye:

“Azadî bi tevlibûnekî xurt û têkoşînekî bi dildarî pêkan e, li hemberî faşîzima dewleta tirk a dagirker. Wekî tevgera azadî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hatiye destpêkirin. Bi salan e dijmin dixwazê gelê me tune bike û îradeya me têk bibe, bindestî û koletî ser me ferz bike. Çanda tecawizê li ser me dide meşandin, yanî kurtasî dijmin dixwazê me ji mirovatî dûr bixe. Di vê demê de derketina PKK’ê qêrînekî azadiyê ye, ji bo hebûna gelê kurd û kurdistanî bû. Têkoşîn û berxwedaniya heyî, jiyanî ji bo me, ji bo gelê me mîsoger kir. Îro jî em gihiştin merheleya ku em dagirkeriyê têk bibin û azadiya gelê xwe mîsoger bikin.

Di vê pêvajoyê de em behsa azadî û rizgariya gelê xwe dikin, bê guman jiyanek ji rêzê nehatî qebûlkirin û ne jî bi vî şêwayî têkoşîn tê meşandin. Di heman demê de dîlgirtina Rêber Apo, dîlgirtina mirovahiyê ye, azadkirina Rêber Apo azadkirina hemû gelê bindest e. Ji bo azadiya Rêber Apo tevlibûna ciwanan teqez divê pêk bê, ji bo vê jî wekî ciwanek yek rêbazî bersivbûyîna hemle û yek rêbazî têkoşîn heye ew jî tevlibûna nav refên gerîlayên azadiyê ye.

Bangewaziya me ji bo hemû ciwanên Botanê û her çar parçeyên Kurdistanê ew e werin tev li PKK, têkoşîn, berxwedan û serkeftinê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar