Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Komek ciwanên Rojhilat tev li nava refên gerîla bûn

Navenda Nûçeyan |

Komek Jinên Ciwan û Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê  li ser banga seferberiya tevlibûna Berxwedana Cenga Heftanîn a bi dirûşma ‘Dem dema Gerîllatiyê ye, Roj roja azadiyê ye’tevlibûna xwe ya Berxwedana Cenga Heftanînê ragihadin.

Ciwanan bi daxuyaniyekê tevlibûna xwe ragihandin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Dem dema gerîlatiyê, di rewşekî wiha de Kurdistan bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyem, gelê me bi qirkirineke dijwar di aliyê ruhî û fîzîkî de derbas dibe. Tenê berxwedaneke fedayî, pir alî û radîkal dikare bibe rêbaza xwe gihandina azadiyê. Rêber Apo bi fikir û ramana xwe, mîna ronahî pêşeroj û paşeroja me ronî kir û rêya çareserî ya herî exlaqî û mirovî gelê kurd û tevahî gelên azadîxwaz re pêşkêş kir. Lê belê zext û îşkence li ser zêdetir kirin. Ev jî vê rastiyê dide nîşan ku dagirker bi her şêwazê dixwazin me qir bikin û tune bikin.

Em jî weke Jinên Ciwan û Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, dijî planên asîmilasyon û qirkirina dagirkeriya Îranê ku li dijî gelê me dide meşandin û dewama ji kuştin, girtin û darvekirina çalakvanên sivîl û gelê welatparêz û kolberan, her wiha ev cinayet û agirê ku xistiye jiyana xwezaya Kurdistanê, em ê bi çirûska agirê şoreşê bitemirînin û dagirkeran pê bişewitînin. Her wiha li dijî van êrîşên dagirkeriyê ku li ser nasnameyê jinê tê kirin, em ê bi tevlêbûna refên gerîla, tolê rakin.

Gerîlatî tekane rêya azadiyê ye. Em berxwedaniya efsanewî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê silav dikin. Ev berxwedaniya ku bi fikrê Rêber Apo û fermandariya rêheval Egîd destpê bû, îro di pêşengtiya gerîla de li Heftanînê gihaye asta xwe ya herî bilind û ji bo gelê kurd û tevahî gelên bi hesreta azadiyê re bûye sedema serbilindiyê.

Ser vî esasî em weke jinên ciwan û ciwanên Rojhilatê welat ji bo hemleya ‘Dem dema Gerîlatiyê ye, Roj roja azadiyê ye’, soz didin ku em ber bi gerîlatiyê ve gav bavêjin û bang li tevahî ciwanên kurd dikin ku tev li refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibin û di şerê azadiya Kurdistanê de cih bigrin.

Bijî Rêber Apo

Bijî hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê

Dem dema gerîlatiyê ye

Roj roja azadiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar