Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Komeke ciwanên Dirbêsiyê tev li refên berxwedanê bûn

Komeke ciwanên ji navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê tev li refên Berxwedana Rûmetê bibin. Ciwanan destnîşan kir ku dê xaka xwe ji çete û leşkerên tirk re nehêlin

Dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên wê El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke xedar pêk tînin. Di çarçoveya van êrîşên qirkirinê de heta niha zêdetirî 250 sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran sivîl birîndar bûn û bi sedhezaran sivîl jî koçber bûn. Li dijî van êrîşan, gel û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi Berxwedana Rûmetê bersivê didin.

Ji bo parastina axa xwe, gelek ciwanên rojavayê Kurdistanê jî tev li refên berxwedanê dibin. Di vê çarçoveyê de komeke ciwanên ji navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê tev li refên berxwdanê bibin.

‘Em amade ne’

Daxuyaniya ciwanan ji hêla endamê Ciwanên Şoreşger Can Fero ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de Can Fero anî ziman ku ew êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser xaka xwe red dikin û wiha domand: “Ev dagirker dizî  û talanê dikin û gelê me qir dikin. Em teqez dikin ku em amade ne li cem şervanan cihê xwe di çeperên berxwedanê de bigirin.”

Berxwedana Rûmetê silav kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em amade ne ku gel û xaka xwe biparêzin. Xaka ku bi xwîna 11 hezar şehîdan hatiye rizgarkirin em ê tu caran ji dagirker û çeteyan re nehêlin. Di vê çarçoveyê de em Berxwedana Rûmetê silav dikin û soz didin ku heta ku em dewleta tirk û çeteyên wê têk dibin dê berxwedana xwe bidomînin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar