Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Komeke ciwanên ereb tev li refên gerîla bûn

Ciwanên ereb bi daxuyaniyekê tev li nava refên PKK'ê bûn û wiha gotin: “Her mala ku hatiye hilweşandin, her welatparêzekî me yê hatiye qetilkirin û her êrîşeke faşîst ji bo me hinceta tolhildanê ye.”

Ciwanên ereb ên ku tev li nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bûn diyar kirin ku dê tolê ji dewleta tirk hilînin a ku bi her awayî polîtîkayên qirêj li ser gel û ciwanên ereb dimeşîne.

Ciwanên ku tev li nava refên HPG’ê bûn bi daxuyaniyekê bang li ciwanên ereb kirin ku tev li pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bibin.

Daxuyaniya ciwanên ereb wiha ye:

“Dewleta tirk a faşîst û hevkarên wê yên li ser xeta xiyanetê û kontratiyê ne, ji destpêkê ve di nava êrîşên qirkirinê û tunekirina gelê kurd û talankirina Kurdistanê de ne. Îro jî di her kêliyê de ji bo tunekirina gel û PKK’ê, bi rengekî hovane û bêexlaq êrîş dikin.

Di serdema teknîkê de çekên herî pêşketî û bi bandor, çekên kîmyewî ne. Faşîzma tirk ji ber ku dîn û har bûye vê çeka herî bi bandor a serdemê jî heta jê tê bi kar tîne. Tevî bikaranîna ewqas çekên kîmyewî jî li hember gerîlayê azadiya Kurdistanê encam negirt. Gerîlayên PKK’ê bi ruh û îradeya Apoyî û afirîneriya xwe koka vê artêşa dagirker rakir û duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê li Zap, Avaşîn, Metîna, Garê û Heftanînê ji ber vê têkoşîna gerîla îro yek bi yek baz dide.

Em wek ciwanên ereb diyar dikin ku wê her cure êrîşên faşîzma dewleta tirk ên  bişaftin, qirkirin, wêrankirin, destavêtin û destdirêjiyê bêbersiv nemînin; her maleke ku hatî rûxandin û her welatparêzên me yên ku hatin qetilkirin, her cûre destdirêjiya faşîzma dewleta tirk ji bo me sedema tolhildanê ye.

Em dizanin ku eniya sereke ya têkoşîna li dijî rejîma qirker û faşîst qada gerîla ye. Qada ku têkoşîna azadiyê bi awayekî çalak were meşandin qada gerîla ye. Qada ku tolhildana gelê kurd û ereb were rakirin qada gerîla ye. Ji ber ku qada gerîla qada serfirazî, rûmet û serketinê ye.

Li ser bingeha misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em diyar dikin ku em ê bi wesîleya sala 44’an a PKK’ê bi ruhê serketina ciwantiyê bibin PKK’yî û teqez bi ser bikevin. Li ser vê esasê ji bo têkbirina rejîma faşîst û bidestxistina serketinê de em tev li nava refên gerîla dibin.

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku pêngava parastina hebûnê û bidestxistina azadiyê em bang li her kesî dikin û em dibêjin hûn jî ‘Werin Cenga Azadiyê’ werin cenga serketinê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar