Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest bi kursên havînê kir

Mamosteya reqsê Bêrîvan Sakin der barê qursên havînê yên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê de axivî û got: “Civak bi çanda xwe, xwe heyî dikin. Bila malbat bi hestiyar tevbigerin û zarokên xwe bişînin kursan.”

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê  Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ji bo çand û zimanê kurdî bidin jiyîn xebatên xwe dimeşîne û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşe. Mamosteya folklorê Bêrîvan Sakin der barê xebatên komele û kursên havînê de axivî.

Bêrîvan Sakîn bal kişand ser girîngiya çand û hunerê û da zanîn ku ew heqîqeta xwe bi çandê de dibîne û wiha got: “Çand û mîrateya ku me ji kal, pîr û pêşengên xwe girtine hene. Yek ji van çanda dengbêjiyê ye. Gotinek me heye, dibêjin ji ber zimanê kurdan hatiye qedexekirin xwe bi dengê xwe îfade dikin. Civak xwe bi çanda xwe heyî dikin. Bê çand mirov tune dibin civak tune dibin. Jin û çand jî dişibin hev. Jin bi porê xwe heta cil û bergên xwe bi tilîlî heta govenda ku digerînin çanda xwe didin jiyîn. Çand û jin ji hev cuda nînin.”
‘Bila malbat zarokên xwe bişînin kursan’
Sakîn ku ji sala 2019’an heta niha di Komeleya Çand û Hunerê de faliyetan dimeşîne da zanîn ku dersên wekî saz, gîtar, erbane, reqs û şanoyê didin û ev tişt anî ziman: “Ez dersa reqsê didim zarokan. Ji bo saz eleqe pir mezin e. Ji ber aboriyê malbatên ku zarokên xwe nikarin bişînin kursan hene. Lê em di vê mijarê de alîkariyê didin zarokan. Em ji malbatan hestiyariyê dixwazin. Bila zarokên xwe bişînin kursan. Piranî xwendekarên me ji jinan pêk tên. Mêr eleqeya wan kêmtir in.”
Ji bo konsera 25’ê tîrmehê bang kir
Bêrîvan Sakîn behsa xebat û faliyetên komeleyê kir û got di 25’ê tîrmehê de li kafeya Şehrî Keyf wê konsera Sîpan Xelat pêk bê û wiha domand: “Ez banga tevlibûnê dikim. Divê hemû gelê me ben komeleyê. Divê komeleyê nas bikin. Bila bên me nas bikin çaya me vexwin.”
‘Em serî natewînin’
Bêrîvanê balkişand ser zextên li ser çanda Kurdî û bi lêv kir ku ciwanên Kurd hîna jî ji ber stranên Kurdî dibêjin tên qetilkirin û got: “Li ser zimanê Kurdî çanda Kurdî zext hene. Divê gel vê bizanibe û li dijî vê çanda xwe biparêze zarokên xwe bişînin komeleyê çanda xwe fêr bibin. Zarok estrumanekê jî fêr bibin wê xwedî li çanda xwe derkevin. Em ê tu carî li dijî zextan serî netewînin.”
Sakîn di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku qursên ji bo zarokên navbera 7 û 15 salî de û kursên ji bo mezinan ên navbera 15 û 30 salî de hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta temenê 30’yî em xwendekaran digirin. Ji bo şanoya ‘Xal û Xwarzî’ eleqe pir mezin e. Niha qursên me yên havînê nû dest pê kirin. Daxwaza me ev e ku tevlibûn û hestiyarî zêde be. Kêmasiyên me hîna hene lê em ê vana hemûyan çareser bikin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar