Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê damezirandina xwe ragihand. Hevserokên komeleyê Serdar Altan û Dîcle Muftuoglu diyar kirin ku armanca wan parastina mafên rojnamegeran e. Her wiha hevserokan rapora binpêkirinên mafên rojnamegeran a sala 2019’an jî aşkera kir û da zanîn ku 477 rojnameger hatine darizandin û 24 rojnameger jî hatine girtin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê damezirandina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, Serdar Altan û komeke rojnamegeran jî amade bûn. Hevserokên Komeleya DFG’ê Dîcle Muftuoglu û Serdar Altan têkildarî armanca komeleyê axivîn û rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2019’an parve kir.
Di daxuyaniyê de ji ewil hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û wiha got: “Zextên li ser xebatkarên çapemeniyê zêdetir bûne. Ji bo xurtkirina piştevaniyê û parastina mafên rojnamegeran, me hewcehî bi avakirina komeleyê dît. Em ê bibin dengê civakê. Em ê mafên rojnamegerên li pey heqîqetê û rastî tundiyê tên biparêzin.”
‘Zextên li ser çapemeniyê zêde bûne’
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî di serî de xwest ku êdî zext û tundiya li ser çapemeniyê bi dawî bibe û rojnameger bêhtir di nava hevgirtinekê de bin. Muftuoglu wiha domand: “Li welatê me rojnameger di rewşeke dijwar re derbas dibin. Di pêvajoyeke wiha de em weke komekî rojnamegeran kom bûn û me DFG ava kir. Zextên li ser çapemeniyê zêde bûne û dixwazin rojnamegerê birêxistinkirî ji hev belav bikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi avakirina komeleyê re dê rojnameger bêhnekî bistînin. Em ê li her qadê xwe birêxistin bikin û mafê rojnamegeran biparêzin.”
‘Tirkiye di binpêkirina mafan de di rêza yekemîn de ye’
Muftuoglu destnîşan kir ku li temamiya cîhanê rojnameger di bin zextan de ne û wiha pê de çû: “Mixabin li Tirkiyeyê tundiya li ser rojnamegeran zêde ye. Rojnamege tên binçavkirin, tên girtin û gef lê tên xwarin. Ji ber van zextan rojnameger nikarin li qadan bixebitin. Bi taybet jî yên li dijî îktîdarê nikarin bi hêsanî bixebitin. Tirkiye di hêla binpêkirina mafên rojnamegeran de di cîhanê de di rêza yekemîn de ye. Bi sedan rojnameger girtî ne. Gelek jê jî ji ber nûçeyên xwe û parvekirinên li ser medyaya civakî tên darizandin û girtin.”
‘Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamegeran’
Muftuoglu qala rojnameger Azîz Oruç jî kir û wiha berdewam kir: “Rojnameger bi hêsanî weke ‘terorîst’ tên pênasekirin. Em carek din bang dikin Oruç û rojnamegerên din bên berdan. Helwesta îktîdarî nîşan dide ku Tirkiye ji bo rojnamegeran veguheriye girtîgehekê. Ji bo rojnamegerên ji derve jî heman tişt derbasdar e. Di 5 salên dawî de nasnameya zer a 3 hezar û 804 rojnamegeran hate betalkirin û di sala 2019’an de jî bi sedan rojnameger ji kar hatin avêtin. Sala 2019’an ji bo rojnamegeran bû sala sala bêhiqûqiyê. Di daneyên niha em ê parve bikin de jî xuya dike ku li Tirkiyeyê azadiya rojnamegeran nîne. Em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku di bin sîwana komeleya me de bibin yek. Ger ku em bibin yek, emê karibin zext û zoriyên li pêş xwe derbas bikin.”
Rapora salane ya komeleyê wiha ye:
“* 75 rojnameger hatin binçavkirin.
* 17 rojnameger rastî serdegirtina malê hatin.
* 24 rojnameger hatin girtin.
* 14 rojnameger rasti êrîşan hatin.
* 44 rojnamegerên nûçe dişopandin hatin astengkirin.
* 33 rojnameger rastî lêpirsînê hatin.
* Li 30 rojnamegeran doz hate vekirin.
* 477 rojnameger hatin darizandin.
* 72 rojnameger hatin cezakirin.
* 2 rojnameger hatin dersînorkirin.
* 130 rojnameger girtî ne.” AMED