Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Komeleya Rosa: Têkoşîna hevpar şert e

Endama Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya diyar kir ku zimanê desthilatdariyê tacîz, tecawîz û tundiyê zêdetir dike û destnîşan kir ku li dijî vê yekê têkoşîna hevpar a jinan şert e

Tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jin û zarokan her roja diçe zêdetir dibe. Di heman demê de bertekên li dijî vê jî mezin dibin. Jinên ku derdikevin kolan û hewl didin hikûmet di vî warî de gav biavêje, dixwazin qanûnên pêwîst demildest bên derxistin.

Têkildarî mijarê endama Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya axivî û diyar kir ku divê jin hîn zêdetir deng derxîn.

Kaya anî ziman ku tacîz, tecawîz, tundî û qetilkirinên li dijî jin û zarokan her roja diçe zêdetir dibe û wiha got: “Jin di qadên mal, kar û taybet de nayên parastin. Ji bo vê yekê têkoşîna hevpar şert e. Hemû rêxistinên jinan, divê bi awayeke xurt bi hevre tevbigerin.”

Polîtîkayên şerê taybet tecawizê zêde dike

Di axaftina xwe de Kaya da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet, taciz, tundî û tecawizê zêde dike û wiha domand: “Bûyerên wiha li bajarên herêmê pir tên jiyîn. Tê xwestin ku tacîz, tecawîz û tundî bibin ji rêzê. Tu çîn, statû û gelekê tundiyê tuneye. A bingehîn ew ku qanûnên parastinê bên bicihanîn. Polîtîkayên ne cezakirinê jî tundiyê belav dike. Divê qenûnên paratinê bên derxisin û bên bicihanîn.”

Bang li jinan kir

Her wiha Kaya axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji sedemên zêdebûna tûndî, tacîz û tecawizê, zimanê medya û kesên welat bi rêve dibin. Dema ku jinek an jî zarokêk tên kuştin û rastî tecawîzê tên, nûnerên desthilatdariyê, bêdeng dimînin, an jî bi zimanekê ji rêzê bûyeran asayî dikin. Ên ku qanûnan derdixin, pêk tînin û li gorî wê tevnagerin hemû jî zilam in. Ev hemû zilam xwedî heman hişmendiyê ne. Em jin têkoşîna rêyek dûr û dirêj didin. Ji bo gohertina vê yekê em ked didin. Pêdivî bi guhertinek mezin a hişmendiyê heye. Ez bang li jinan dikim ku zimanekê têkoşînê yê hevpar û pratîkek bi serkeftî bi rêve bibin. Ji bo vê jî têkoşîna hevpar şert e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar