Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Komên çete bi tankên hikûmeta Merkel li Rojava sûcên şer dikin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşa  li dijî Rojava de tankên Leopard – 2 bi kar tînin. Komên çete yên ku bi çekên almanan li rojavayê Kurdistanê sûcê şer dikin, ji ber bêdengiya hikûmeta Merkel van sûcên xwe didomînin

Beriya çend rojan aşkera bû ku di êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê ya di 9’ê cotmehê ya li dijî rojavayê Kurdistanê de tankên Leopard-2 ên almanan tên bikaranîn. Di dîmenên çeteyan de ku li dezgehên medyayê de hatine weşandin, bi tankên Leopard-2 êrîş li navenda sivîlan a li Serêkaniyê tê kirin. Li gorî lêkolînên ANF’ê tê dîtin ku tankên Leopard-2 hîn jî ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn.

Destpêkê rojnameya Bîld a alman agahiyên der barê bikaranîna tankên Leopard-2 ji aliyê çeteyan ve xistibû rojevê. Berdevkekê çeteyan jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û ev yek piştrast kir. Lê belê tevî vê yekê jî hikûmeta alman a bi serokwezaretiya Angela Merkel li pêşberî mijarê xwe bêdeng dike.

354 tank firotin dewleta tirk

Di sala 2004’an de bi israra serokwezîrê wê demê Gerhard Schroder bazirganiya çekan a Almanyayê gihiştibû asta herî bilind û destûr hatibû dayîn ku firotina çekan bi rengekî bê kontrol bê kirin. Schroder ku weke dostekî Erdogan tê naskirin, di sala 2005’an de dema ku li ber çûyînê bû firotina tankan pejirandibû. Di navbera salên 2006-2009’an de bi giştî 354 tankên bi tîpa ‘Leopard 2 A4’ radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin.

Şertê firotina tankan!

Di sala 2001’an de jî Partiya Çep pirsa ‘Tankên Leopard di nava kîjan şert û mercan de ji bo Tirkiyeyê hatin firotin?’ li hikûmetê kir û hikûmeta Merkel jî bersiveke wiha da pirsa Partiya Çep: “Ji bilî şertê nefiroşeke kesekî din, tu şert nehat xwestin û tank yekser ji Tirkiyeyê re hatin firotin ku endamekî NATO’yê ye.” Ev gotin û nêzîkatiya ku wê bibûya sedem ku tank li dijî sivîlan û di êrîşên dagirkeriyê de bên bikaranîn di dema bihata de dê derfetên mezin pêşkêşî Tirkiyeyê bikira.

Ji ber ku berevajî sala 2005’an di salên 1982, 1984, 1990 û 1993’yan de bi giştî 397 tankên ‘Leopard 1’ di çarçoveya hin peymanan de hatin firotin. Hikûmeta alman a wê demê şert destnîşan kiribû ku li gorî madeya 5’an a NATO’yê tank dikare ji bo welatekî endam an jî welatên endam bên bikaranîn û bi vî rengî hatibû destnîşankirin ku tank tenê ji bo parastinê li dijî êrîşan dikarin bên bikaranîn.

Di serî de li dijî Efrînê hatin bikaranîn

Ji Almanyayê bêhtir niha Tirkiye xwedî tankên Leopard 2 ye. Derfetên bêsînor ên ji bo firotin û bikaranîna tankên Leopard ji bo Tirkiyeyê destpêkê di sala 2018’an de di dema êrîşa dagirkirina Efrînê de ketibû rojevê. Beriya destpêkirina êrîşa Efrînê di 22’yê çileya 2018’an de wezîrê karên derve yê tirk Mevlut Çavuşoglu û hempîşeyê wî yê alman Sîgmar Gabrîel li bajarê Goslarê li hev rûniştin.

Xwestin tank bên nûkirin

Di hevdîtinê de mijara nûkirina tankên Leopard 2 di rojeva heyeta tirk de bû. Ji ber ku di êrîşa dagirkeriyê ya artêşa tirk a di tebaxa 2016’an a li dijî Sûriyeyê de de tankên Leopard bi têrkerî nehatin bikaranîn. Ji ber ku 20 tank di mijara parastinê de lawaz bû xisar li wan bûbû. Li ser vê yekê desthilatdariya Erdogan di adara 2017’an de serî li rêveberiya Merkel da ku Rheînmetall alavên parastinê ji bo tankan amade bike ku ji êrîşan biparêze. Lê belê ji ber aloziya navbera Berlîn û Enqereyê ev daxwaz hatibû taloqkirin.

Piştî hevdîtin û bazariya navbera Gabrîel û Çavuşoglu, Berlînê projeya nûkirina tankan pejirand û Rheînmetallê kar wergirt. Ne tenê Leopard her wiha tankeke bi tîpa M60 jî sîstema wê ya parastina ji êrîşên bi roketan û bombeyî ji aliyê Rheînmetallê ve hate xurtkirin. Her wiha topên 120 mm û L/44 û L/55 ên tankên Leopard û M60 jî ji aliyê Rheînmetallê ve tên amadekirin.

Bi çekên almanan sûcên şer dikin

Muxalefeta alman bi rengekî tund li ber rabû ku tankên Leopard 2 ji aliyê çeteyan ve di êrîşa dagirkeriyê de tên bikaranîn. Berdevka Karên Navxweyî ya Partiya Çep Ulla Jelpke destnîşan kir ku nayê qebûlkirin çeteyên ji ber DAIŞ û El Qaîdeyê man bi çekên alman sûcên şer bikin. Jelpke got ku bi ambargoyeke rasteqîn a çekan a li dijî Tirkiyeyê dikare bike ku Tirkiye dawî li dagirkeriyê bîne.

Çavkanî: Perwer Yaş / BERLÎN-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar