Çeteyên girêdayî dewleta tirk êrîşî noqteyên şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêcih ên Babê kir. Li ser vê yekê jî di navbera şervanan û çeteyan de pevçûn derket
Komên çete yên girêdayî hêzên artêşa tirk a dagirker ên li gundê Kirêdiyê, bi çekên giran êrîşî noqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêhîc ê bajaroka Erîma ya li rojhilatê Babê kirin. Hat zanîn ku şervanên meclisa leşkerî jî bersivên tund dan çeteyan.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên çete di êrîşa xwe de çekên giran bi kar anîn. Her wiha şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşê da û car bi car li herêmê şer diqewime.
Der barê encama pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. BAB