Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Komên çete li Efrînê sivîleke din revand

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk welatiyê bi navê Kawa Mihemed ê ji gundê Mamele yê Mabata ya Efrînê revand. Komên çete ji bo berdana Mihemed jî ji malbata wî 200 hezar lîreyên Sûriyeyê weke fîdye dixwazin

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê binpêkirinên xwe berdewam dikin. Hêzên dagirker ku li Efrînê zilmeke bêeman li ser efrîniyan dimeşînin, hewl didin bi kuştin, girtin, revandin û îşkenceyê herêmê ji gelê wê yê resen vala bikin. Di vê çarçoveyê de jî rojane welatiyên efrînî direvînin.

Komên çete yên girêdayî dewleta tirk niha jî li Mabatayê welatiyeke din revand. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, welatiyê bi navê Kawa Mihemed ê ji gundê Mamele yê navçeya Mabata ya Efrînê dema ku duh li ser bendeke kontrolê ya çeteyên Ehrar El Şerqiyeyê ber bi gundê Amare yê ku di navbera Raco û Mabatayê ve diçû, hate revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan ji bo berdana Mihemed, 200 hezar lîreyên Sûriyeyê weke fîdye ji malbata wî xwestin. Têkildarî aqûbeta Mihemed tu agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk û çeteyên wê ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê heta niha bi hezaran şêniyên Efrînê revandin. Li gorî daneyên nefermî, di nava 2 mehên dawî de zêdetirî 140 welatiyên Efrînê hatin revandin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar