Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Komên çete zarokên êzidî li dijî rejîmê didin şerkirin

Zarokê êzidî ku komên çete navê ‘Ebû Bekir El Sîncarî’ lê kiribûn, li Hemayê dema ku çeteyan şer pê dida kirin, hate kuştin. Nayê zanîn bê ka çend zarokên êzidî yên ji Şengalê hatine revandin û di şer de tên bikaranîn

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa sala 2014’an de êrîşî Şengalê kir û di nav de gelek jê jin û zarok, bi hezaran êzidî revandin û komkujiyeke mezin pêk anîn. Gelemperiya jin û zarokan firotin û gelek zarok jî di êrîşên xwekujiyê de bikaranîn. Zarokên ku hatin perwerdekirin, di heman demê de di êrîşên li dijî êzidiyan bi xwe de jî hatin bikaranîn.

Koma çete ya Ceyş Elî Bîn Ebû Talîb ku girêdayî Tehrîr El Şamê (El Nusra) ye îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ‘şervanekî’ wan ê bi navê ‘Ebû Bekir El Sîncarî’ (11) ê ji Şengalê, li Hemayê hatiye kuştin. Ev jî nîşan dide ku zarokên êzidî yên ji Şengalê hatine revandin, di heman demê de li herêmên cuda di şer de tên bikaranîn. Çend zarokên êzidî niha ji hêla komên çete ve di şer de tên bikaranîn, nayê zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha gelek dîmenên zarokên êzidî ku di kampên çeteyên DAIŞ’ê de ji bo êrîşên xwekujiyê dihatin perwerdekirin, bi raya giştî re hatibûn parvekirin. Dîmenên 2 birayên ji Şengalê yên bi navên Esed (12) û Emced (13) ku di kanûna sala 2017’an de êrîşî karwanê artêşa Iraqê dikirin jî hatibûn parvekirin.

Şervanên HSD’ê jî zarokekî êzidî yê bi navê ‘Merwan Êzidî’ ku weke xwekuj hatibû perwerdekirin, girtibûn û radestî malbata wî kiribûn. HSD’ê di pêngavên rizgarkirina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de jî gelek zarokên êzidî rizgar kirin û radestî malbatên wan kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar