Komîsyona Amadekariyê ya Meclisê, ji bo rakirina destnedayîna parlamentera HDP’ê Semra Guzel cara sêyemîn li hev civiyan. Komîsyonê, bi piraniya dengan biryara rakirina destnedayîna Guzel da. Derbarê rakirina destnedayîna Guzel de dê biryara dawî li Lijneya Giştî ya Meclisê bê dayîn. Heke biryara rakirina destnedayîna wê bê dayîn dê ji du dosyayan biryara darizandina Guzel bê dayîn. ENQERE