Hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di 20’ê cotmehê de pêk hat. PDK a ku hevkariya dagirkeriya dewleta tirk de dike, di hilbijtinên de serî li her cure lîstên qirêj da. Endamê tîma ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Hesen Hadî têkildarî binpêkirinên ku di dema hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê de çêbûne axivî.
Hesen Hadî diyar kir ku ew giringiyê didin raporên ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl ve tên amadekirin û wiha axivî: “Em ê lêkolînê li ser wan wan binpêkirinên ku di dema hilbijartinê de pêkhatine, bikin. Ji bo giliyên ku hatine kirin komîsyonên taybet avakirine, ew jî bi ser rengê sor, zer û kesk de hatine dabeşkirin.”
Hesen Hadî anî ziman ku li parêzgeha Helebce tevayî sindoqên dengdanê hatine vekirin. Piştî sindoqên mayîn hatin vekirin wê encama dawî ya hilbijartinê bê ragihandin. Hesen diyar kir ku heta niha ji sedî 99,93’yê sindoqan hatine vekirin.