PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Komîsyona hiqûqê: Biryara dadgehê ya ji bo Guven hewldana cînayetê ye

Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê têkildarî biryara dadgehê ku der barê hevseroka KCD’ê Leyla Guven biryara ‘bi darê zorê anîna danişînê’ dabû, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev biryar weke ‘hewldana cînayetê’ hat nirxandin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HD) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 141’emîn de didome. Rewşa Guven ber bi xetereyê ve diçe û tevî vê yekê jî rayedarên dewletê û wezareta dadê xwe li bedêngiyê dide.

Li şûna ku hikûmet û wezareta dadê bersiv bide daxwazên Guven û bi hezaran çalakgerên di greva birçîbûnê de, duh  5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Guven bi zorê bibin danişînê. Têkildarî mijarê berdevka Komîsyona Mafên Mirova û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Biryarên provakatîf

Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyê de da zanîn ku çalakiya Guven jê re pêşengiyê dike û bi beşdariya bi hezaran çalakvanan didome, hewldanekî ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê ye. Başaran destnîşan kir ku li şûna daxwazên Guven û çalakvanan bên bi cih anîn, hikûmet biryarên bêhiqûqî û provoktîf dide.

Hikûmeta AKP’ê hişyar kir

Daxuyaniya Başaran wiha bi dawî bû: “5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi vê biryarê re alîgiriya xwe ya bi zaliman û bêhiqûqiyê re ragihandiye. Em ji bo vê biryara dadgehê îktîdara AKP’ê hişyar dikin. Pêkanîna vê biryarê, hewldana cînayetê ye. Daraz, hiqûq û edaleta ku li ser fermana AKP’ê dixebite bi vê helwesta xwe bûye hevkarê komkujiyan.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar