Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komîsyona Jinan a KNK’ê banga berxwedanê kir

Komîsyona Jinan a KNK'ê li ser bang û vexwendinê ya ji bo xwedîderketina li berxwedaniya hêzên parastina Kurdistanê bi Zoomê civînek kir û banga xwedîderketina li berxwedanê li jinan kir

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Jinan a KNK’ê li ser bang û vexwendinê ya ji bo xwedîderketina li berxwedaniya hêzên parastina Kurdistanê li ser Zoomê civînek pêk anî, di encama civînê de banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya tirk a li ser Metîna, Zap û Avaşînê kir.

Komîsyona Jinan a KNK’ê piştî civîna li ser Zoomê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: “Em jinên kurd li dij dagirkerîyê bêdeng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagerkerî û konseptên komkujiyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû jinên kurd dikin ku rastî û xeteriya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberiya neteweyî.”

Daxuyaniya giştî ya Komîsyona Jinan a KNK’ê wiha ye:

“Wekî tê zanîn, dewleta Tirkiyeyê di roja salvegera qirkirina gelê ermenî ango roja 24’ê Nîsan 2021’an de li başûrê Kurdistanê li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşek berfireh da destpêkirin. Niha jî, li van herêman ev êrîşên devleta tirk a li hember gel û xwezaya Kurdistanê didomin. Em baş dizanin ku ev êrîşên hovane ne tenê li hember gerîlayên HPG’ê tên meşandin, ev êrîş li hember tevahî destkeftiyên gelê kurd û Kurdistanê ne. Bi taybetî jî desthilatdariya hikûmeta faşîst a AKP-MHPê bi feraseta Neo-Osmanî tevdigere û dixwaze başûrê Kurdistanê jî, dagir bike û xeyalên xwe pêk bîne. 24’ê Nîsanê salvegera fermana (jenosida) li dijî gelê ermenî ye. Di ve rojê de destpêkirina êrîşan ne tesadûfî ye. Peyam vekirî ye û peyama jenosîdê li dijî gelê kurd e.

Her çiqas ev rastî vekirî li ber çavan be jî, mixabin ji hêla hinek rayedarên hikûmeta Kurdistana Başûr ve ev rastî derneketiye hişmendiyê. Daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî ya bi rengê ‘Pirsgirêka TirkiyEYê li gel Kurdan tune ye, lê li gel PKK heye’ tê wateya pejirandina siyaseta dewleta Tirk. Bi daxuyaniyên wisa manîpulasyon tê kirin û rastiya şerê dagirkeriya dewleta tirk tê veşartin.

Ev şer şerê navbera PKK û dewleta tirk nîne. Ev şer şerê dewleta tirk ê li dijî gelê kurd û Kurdistanê ye. Dewleta tirk kaosa Rojhilata Navîn û parçebûna siyaseta kurd, ji bo xwe wek derfet dibîne û dixwaze hem başûr û hem jî rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji niha û pê ve li başûrê Kurdistanê zedetirî 47 barêgehên leşkerî ava kirine. Li Rojavayê jî, Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê dagirkiriye. Bi hemû erîşên leşkerî gav bi gav axa welatê me dagir dike û binesazîya jenosîda/komkujîya kurdan a pêşerojê amade dike.

Di dîplomasiya navdewletî de jî, hemû derfetên xwe seferber kiriye da ku ji bo tunekirina kurdan destûrê bigire. Gelek hezên navdeweletî jî, ji bo ku dewleta tirk bikin bin kontrola xwe, çavên xwe ji vî şerê li dijî yasayên navdewletî re digirin. Li ber çavê cîhanê wezîre şer ê tirk Hulusî Akar derbasî axa başûrê Kurdistanê bû û li vir di barêgeha leşkerî ya tirk de şer koordîne kir. Bi awayekî pir zelal peyamanên navdewletî bin pê kir. Halbû ku başûrê Kurdistanê wek herêmeke federe ya giredayî Iraqê ye.

Em jinên kurd li dij dagirkerîyê bêdeng namînin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê li dijî dagerkerî û konseptên komkujiyê li ber xwe bidin. Em bang li hemû jinên kurd dikin ku rastî û xeteriya mezin a li ser welatê me bibînin û li her derê bikevin nav seferberiya neteweyî. Bi taybet em banga jinên kurd yên li derveyê welêt dikin, bi rêya siyaset, çalakî û dîplomasiyê pêşî xeteriya mezin bigirin.

Banga me ji bo hemû partiyên siyasî, rexistin, sazî û nîştimanperwerên kurd ew e ku li dijî dewleta tirk a dagirker û metînger helwestê nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar