Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Komîsyona Meclisê di rapora xwe de cih neda girtiyên nexweş

Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê rapora girtîgeha Sîncanê aşkera kir. Di raporê de cih nedan rewşa girtiyên nexweş. Bi hinceta ku di raporê de binpêkirin bi awayekî têrker nehatine destnîşankirin, HDP’ê şerh danî ber raporê. Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay jî binpêkirinên li girtîgehê xal bi xal vegotin

Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafên Hikumxwar û Girtiyan a di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan de, di 17’ê çileyê de li Girtîgeha Sîncanê hevdîtin kirin. Piştre jî li ser rapora ku der barê girtîgehê de hatibû amadekirin, hevdîtin hatin kirin. Rapor di komîsyonê de hate xwendin lê cih nedan rewşa girtiyên nexweş.

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê niha bi giştî 458 jê rewşa wan giran, bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Li Girtîgeha Sîncanê jî 10 girtiyên nexweş hene. ÎHD’ê îsal raporên têildarî girtiyên nexweş dabû wezareta dadê.

Kêmasiyên di raporê de yek bi yek anîn ziman

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Ebru Gunay ku di heman demê de endama komîsyonê ye, şerh danîbû pêşiya raporê. Di şerhê de tê gotin ku beriya ku komîsyon biçe serdana girtîgeha Sîncanê, rêveberiya girtîgehê hatiye agahdarkirin. Gunay diyar kir ku lêkolîn baş nehatiye kirin û têde hem kêmasî hene û hem jî cih nedane agahiyên der barê girtiyên nexweş de. Gunay di şerhê de guman û kêmasiyan destnîşan dike û xal bi xal cih dide binpêkirinên hatine tespîtkirin.

Binpêkirinên li girtîgehê

Çend binpêkirinên ku Gunay destnîşan kirin wiha ne:

“* Gelek caran bi ser qawîşan de tê girtin, lêgerîn tê kirin û qawîş tên belavelakirin.

* Rojname, kovar, pirtûk û radyo hatine qedexekirin û kanalên tv’yan jî tenê ya ku rêveberiya girtîgehê destûr daye tê temaşekirin.

* Dema ku girtî sewqî nexweşxane û dadgehê tên kirin, rastî êrîşên bidevkî û fîzîkî tên.

* Saetên hevdîtinên vekirî kin tê girtin.

* Ji ber cezayên disiplînê yên biçûk, mafê tehliyeya bi şert a girtiyan tê binpêkirin.

* Li qawîşan li ser girtiyan jimartina ser pêyan û leşkerî tê ferzkirin.

* Hat dîtin ku tevî rewşa giran a girtiyên nexweş jî sewqî nexweşxaneyan nayê kirin, dema ku rewşa wan pir giran dibe jî dereng dibin nexweşxaneyê yan jî nahêlin ku bijîşk girtiyên nexweş tedawî bikin.

* Gelek caran derketina hewadariyê, sihbet û mafê sporê tê binpêkirin.

* Li girtîgehê bi giştî 42 zarok ji neçariyê li gel dayikên xwe dimînin. Pêdiviyên ku nebe nabe yên weke dergûş, pateyê pitikan, derman, vîtamîn, şîr, mama, cîcî bebe, fêkî û amûrên lîstikê pir kêm tên dayîn. Ji bo van zarokan qadên berfireh ên jiyanê nayên afirandin. Dema ku nexweş dikevin jî demildest mudaxale nayê kirin.

* Şertên fîzîkî yên girtîgeha zarokan ji bo ku mirov lê bijîn guncav nînin.

* Her çiqas tê îdiakirin ku ji bo zarokan qursên çalakiyên sporê hatine vekirin jî, di serdana li girtîgehê de hate dîtin ku tevî serlêdana zarokan jî qurs nehatine vekirin.

* Hejmara kesên di qawîşan de pir zêde ye û pirsgirêka cihê razanê heye.

Gelek hevdîtina girtiyan a bi parêzerên wan re tê astengkirin û bi vê boneyê jî mafê wan ê parastinê tê binpêkirin.

* Tiştên ku li kantînê tên firotin hem biha û hem jî kêmin.

* Li girtîgeha jinan li ser girtiyên jin lêgerîna tazî tê ferzkirin.

* Ji ber ku cihê îkametgeha gelek girtiyan ji herêmên ku dûrî girtîgeha Sîncanê ne, mafê wan ê hevdîtinê bi awayeke fîîlî tê astengkirin.

* Xureka diyetê ji girtiyên nexweş re nayê dayîn.

* Xweyîkirina wan ne têrkere.

* Ji ber ku li girtîgehê tenê bijîşkekî diranan heye û di demên cuda de dixebite, gelek caran tedawiya diranan dereng dibe û tedawiya pêwîst nayê kirin.

Di heman demê de di şerhê de ev tişt hatin gotin: “Piştî hevdîtina me ya li girtîgehê, em hînbûn ku qawîşa birêz Îdrîs Baluken û girtiyên jin rastî lêgerînê hatiye. Ger gotin di cih de be qawîşên wan hatine talankirin. Ev mînak bi tenê jî binpêkirinên ku min li jor destnîşan kirine, radixe berçavan.”

2 hezar û 529 serlêdan hatine kirin

Serokê komîsyonê parlamenterê AKP’ê yê Bursayê Hakan Çavuşoglu diyar kir ku ji 2’yê tîrmeha 2019’an ve bi giştî 2 hezar û 529 serlêdan ji komîsyonê re hatine kirin û ji van serlêdanan, kirariya 2 hezar û 393’yan hatiye kirin. Çavuşoglu got ku 379 heb serlêdan jî kirariya wan hatiye kirin lê hêj bersiv nehatiye dayîn. Çavuşoglu destnîşan kir ku serlêdanên ji bo pirsgirêkên li girtîgehan ku birine komîsyonê jî hezar û 951 heb in.

Hejmara zarokên di girtîgehê de

Di raporê de hat diyarkirin ku 42 zarok bi dayikên xwe re li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimînin û di pêdiviyên bingehîn de pirsgirêk dijîn û sewqên wan a jibo nexweşxaneyan nayên kirin. Di raporê de tê gotin ku bi taybetî jî qada hevpar nayê germkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku bi qasî têr bike ava germ û sar nadin girtiyan û ava tê dayîn jî ne paqij e û girtî dixwazin pêdiviyên wan ên avê bên çareserkirin. Her wiha li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Sîncanê jî pirsgirêk di dayîna avê de heye û girtî nikarin pêdiviyên xwe ya avê bicih bînin. Rêjeya diyarkirî ya avê ku rojane didin kêm e. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar