Navenda Nûçeyan
Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ku di çarçoveya OHAL’ê de hatine weşandin, 125 hezar û 678 kes ji wezîfeyê hatine girtin. Ji vana 3 hezar û 213 kesî rutbe girtine. 270 têkiliyên xwendekarên bi derveyî welat re birîne, 2 hezar û 761 sazî û dezgeh hatine girtin û 131 hezar û 922 kirarên bi tedbîr hatine pêkanîn.
Komîsyonê di nava 3 salan de ji tevahiya serlêdanan derbarê nêzî ji sedî 89an de biryar daye. Di heman demê de ji bo 3 hezar û 520 dosyeyan jî biryara lêkolîna pêşwext daye.