Komîteya Amadekar a Newrozê têkildarî Newroza îsal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qada Newroza Amedê bi rengên Kurdistanê xemilî bû û bi sedhezaran kurd tevî hemû zextan jî herikîn qadan û peyama ‘em li vir in’ da hemû cîhanê. Komîteyê da zanîn ku sedhezaran kurdan peyama ‘navnîşana çareseriyê Îmraliye’ daye
Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garîp Kandemîr diyar kir ku di Newrozê de çavê hemû cîhanê li ser Amedê bû. Kandemîr spasiya sedhezarên ku tev li pîrozbahiya Newrozê bûn kir.
Garîp Kandemîr destnîşan kir ku Newroz bi coşeke mezin û bi tevlêbûneke mezin hate pîrozkirin û wiha domand: “Peyama gelê Amedê ya Newrozê gihişt cîhanê. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê û gelên wê peyama me girt. Gelê kurd bi Newrozê li xwe xwedî derket. Newroz cejn û tifaqa gelê kurd e. Qada Newroza Amedê bersîv da gelek tiştan.”
Tevî hemû astengiyan jî gel herikî qadê
Kandemîr diyar kir ku tevî astengî, qedexe û tundiyan dîsa bi sedhezaran gel herikî Qada Newrozê û bi coşeke mezin Newroz pîroz kir û wiha pê de çû: “Otobusên şaredariya Amedê gel veneguhest qada Newrozê. Hemû gel bi derfetên xwe hatin qada Newrozê. Di ketina qadê de îzdîham pêk hat. Dîsa tevî hemû astengiyan gel di asta herî jor de tev li Newrozê bû. Sedhezaran kes li dijî koletiyê derket qadan. Gelê me koletî qebûl nekir, nake û dê neke. Qada Newrozê qada berxwedanê ye.”
‘Qada Newrozê bi rengê Kurdistanê xemilî’
Di berdewamê de jî Kandemîr spasiya nûnerên ji partiyên Tifaqa Kurdistanî, partî û rêxistinen civakî û nûner û heyetên ku ji derveyî welat tev li pîrozbahiya Newrozê bûne jî kir. Kandemîr got ku gelê kurd berteka xwe nîşanî siyaseta ku xitimiye da û ev tişt anî ziman: “Qada Newroza Amedê qada gelê mazlum e. Êdî ji bo Newroza Amedê pêdivî bi vexwendinê nake. Kî dibe bila bile divê were û li vê qadê peyama xwe bide. Li tevahiya cîhanê qadeke wekî vê qada Newrozê ya azad tune ye. Gel li qada Newrozê daxwazên xwe yên azadî û aştiyê anîn ziman. Qada Newrozê bi rengê Kurdistanê hat xemilandin.”
‘Navnîşana çareseriyê Îmrali ye’
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garîp Kandemîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî rewşa awarte jî bi sedhezaran kes tev li Newrozê bû. Gelê me li qada Newrozê peyama xwe da û diyar kir ku krîza li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, krîza siyasî ye. Her wiha destnîşan kir ku çareseriya vê krîzê jî li Îmraliyê ye. Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, divê deriyê Girtigeha Îmraliyê bên vekirin. Sedhezaran navnîşana çareseriyê weke Îmrali nîşan dan. Qada Newrozê kurdistani bû. Gelê Kurdistanê gotin em li vir in. Em naçin tu derê. Gotin ‘Yên dixwazin bila ji vir biçin’. Bersiv da her tiştî.” AMED