PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Komîteya amadekar banga tevlêbûna Newroza Amedê kir

 

Newroza îsal a Amedê dê bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişikînin û teqez biserkevin’ bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê bi daxuyaniyekê bang li gelê Amedê kir ku bi erka xwe ya dîrokî rabe û di 21’ê Adarê de biherike Qada Newrozê

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji bo Newroza Amedê ku dê bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişikînin û teqez biserkevin’ bê pîrozkirin, li Cemîyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Komîteya Amadekar a Newrozê ku ji nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Hereketa Azadî, Komeleya Kurdistana Şoreşger û Demokratîk (DDKD), Partiya Komunistên Kurdistanê (KKP), Partiya Demokratên Kurdistan a Tirkiyeyê (KDP-T), Partiya Demokratên Kurdistan a Bakur (KDP-Bakur) pêk tê, amade bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla hevserokê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr û ya bi tirkî jî ji hêla cîgirê serokê giştî yê PÎA’yê Sedat Dogan ve hat xwendin.

Daxuyani wiha ye:

“Hem li Rojhilata Navîn û hem jî li herêmê, em Newroza îsal di nava şer, tecrîd, krîz û aloziyan de pêşwazî dikin. Em ê Newroza îsal her wiha bi Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê ku di heman demê de referandûmeke, pêşwazî bikin. Ev rûdanên dîrokî nîşan didin ku dîroka zilm û înkarê ya sedsalî tenê dikare bi berxwedanê bê guhertin. Di vê serdemê de girîngiya xeta azadiyê ya gelên me ku xwedî îdiaya jiyaneke bi hev re, wekhev û demokratîk e, bêhtir derketiye pêş.

Di serdema me de ku siyaseta demokratîk bi sepanên zextê ji holê tê rakirin, yên ku li dijî zîhniyeta darbekar, li dijî kedxwariyê, li dijî tunekirina xwezayê, li dijî polîtîkayên înkar-îmha û pişaftinê, li dijî komkujî û dagirkeriyê û li dijî qirkirinên aborî, çandî û siyasî hêviya gelan zindî dihêlin, di roja me de ji her demê bêhtir li ber xwe didin.

Jinên ku pêşengên têkoşîna me ne, di roja me de jî di refa herî pêş de cih digirin. Jin dê têkoşîna xwe ya di her qadê de bikin hîmê jiyanê û bi coşa xwe ya ji 8’ê Adarê bi biryardarî bigihîne Newrozê. Rojeva  gelê me ya esasî, di welatekê hevpar de têkoşîna ji bo welatîbûna wekhev, çareseriya demokratîk, di her qadê de têkoşîna li dijî  hemû sepanên faşîzmê û helbet çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê  û parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven e ku ji bo şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e daye destpêkirin. Em Newroza 2019’an a Amedê bi van rojevan pêşwazî dikin.

Ji bo ku cejna azadiyê bi coş û biryara bilind a gel li Amedê bê lidarxistin, em hemû amadekariyan bi heyecana cejnan pêk tînin. Îsal ji bo hemû xebatên pêşwext ên Newrozê û roja pîrozbahiyê pêk bên, ji hezarî bêhtir peywirdar bi ruhê seferberiyê dixebitin. Îro ji bo ku Cejna Azadiyê bi coj bê pîrozkirin, hemû aliyên xebatan bi hesasiyeteke mezin hatiye plankirin.  Xebatên vexwendina mêvanên beşdarî Newroza Amedê dibin çi li welat û çi jî li dervayî welat bi hemû lez û beza xwe ber bi encamê ve diçe. Hêjayî gotinê ye ku daxwazeke mezin a ji bo beşdarbûna Newrozê ji welat û derveyî welat heye.

Baweriya me ew e ku dê hemû gelê me yên li Amedê di roja 21’ê adarê de bi helwest û biryardariyeke xurt bibe lehî û biherike Qada Newrozê. Em li ser navê hemû aliyên di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û hemû aliyên beşdarên tifaqa hilbijartinê de cih digirin, gele xwe vedixwînin Cejna Newrozê û careke din bi dirûşma ‘Emê tecrîdê bişikînin û teqez biserkevin’ bang li gelê me yê Amedê dikin ku misyona dîrokî di ruhê berwadana pîroz de pêk bê.

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar