Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Komîteya Azadî Ji Bo Ocalan ya Başûr: Ji bo Abdullah Ocalan dakevin kolanan

Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya başûrê Kurdistanê ragihand ku zêdetirî 21 meh in tu agahiyek ji jiyan û tenduristiya Rêber Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin. Rewşa niha li Îmraliyê bi destê CPT û NATO yê pêktê.

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Komîteyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Rêber Ocalan ku bi komployek navnetewî dîl hat gitin, ji mafê xwe yê herî biçûk jî bê par hatiye hiştin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; “Tecrîdek girankirî li Îmraliyê heye, rê nadin malbat û parêzer serdanê bikin. Bi dehan binpêkirinên dibin navê cezayê disiplînê de dijî Rêber Ocalan û girtiyên din tê pêkanîn. 21 meh in tu agahiyek ji jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan û girtiyên din nayê standin. Nayê zanîn li Îmraliyê çi diqewime, di çi rewşê deye. Divê demê de CPT  çû Îmraliyê. Gorî agahiyên parêzeran, hevdîtin bi CPT’iyê re pêknehatiye. Tu daxuyaniyek ji divê mijarê de nehatiye dayîn, rastî nayên aşkerakirin û rapora xwe belav nake. Ev rewşek ne asayî ye. Rewş metirsîdar û cidî ye.

Bêguman sîstema girtîgeha Îmraliyê ne tenê girtîgehe, sîstemek suc û îşkenceyê ye. CPT erkê xwe yê exlaqî û yasayî bicih naîne, dijî hemû curê îşkenceya li Îmraliyê bêhelwest maye. Bi tu awayî hestyariya gelê kurd li ber çavan nayê girtin, guh nadin ku jiyan û tenduristiya Rêber Ocalan ji bo gelê kurd û tevgera azadiyê sedema şer, aştî, jiyan û azadiyê ye. Ev jî we dike CPT  jî bûye beşek ji komploya navneteweyî ya dijî Rêber Ocalan, Tevgera azadî û Gelê Kurd.

Em weke Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya başûrê Kurdistanê, dibêjin dewleta tirk a dagirker di êrîşa ser gelê kurd ya bi çekên qedexekirî ya ser gerîla, bombebaranên ser rojavayê Kurdistanê şikestinek mezin xwariye. Di rewşek wiha de, ji bo hebûna xwe rewşek wiha ne asayî li Îmraliyê ava dike. Ev jî bi hevkariya bêdengiya CPT, Konseya Ewropa û NATO’yê pêk tê.

Komîteyê di dewamê de ragihand ku pêwîste gelê kurd û hemû azadîxwazên cîhanê sazî û dezgehên navneteweyî ji vê rewşa ne asayî agahdar bikin û helwesta pêwîst bigirin û wiha hat domandin: “Di vê rewşê de gelê me tenê dikare bi helwestek cidî tevgerek giring û çareseriyek ji bo vê rewşa ne asayî bibîne.

Her wiha bang li hemû beşên civakê, aliyên siyasî, rêxistinên sivil, rewşenbîr, parêzer û çalakvanan kir ku her çar beşên Kurdistanê û dervey welat, li ser rêyan û kolanan de, li ber Ofîsa CPT û Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa, NATO û hemû sazî û dezgehên navneteweyî bi ruhê seferberî û helwesta welatparêziyê daxwaza azadiyê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar