Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Komîteya Azadiya Rêbertî dest bi hemleyeke nû kir

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyek da destpêkirin û tê de bang li CPT’yê kir ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi erka xwe rabe

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyek da destpêkirin û tê de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi erka xwe rabe.

Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyek ji CPT`yê re şand. Di nameyê de bang li CPT`yê hat kirin ku serdana Îmraliyê bike û bi erka xwe rabe, her wiha ji bo dayîna destûra hevdîtinê ji parêzerên Ocalan re, kar bike.

Nameya Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

“Ji 27’ê Nîsana 2020’an ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê tê girtin, nehatine. Di demekê de ku hemû agahî û peywendiyên bi birêz Abdullah Ocalan re hatine qutkirin, di 14’ê Adara 2021’an de li ser hin malperên medyaya civakî ya tirk îdia hatin belavkirin ku birêz Ocalan jiyana xwe ji dest daye. Ev nûçe di vê rewşê de gelek guman û metirsiyên me li ser jiyana Rêber Ocalan çêkirin. Ji wê demê ve û heta niha hikûmeta Tirkiyeyê ji bo şîrovekirina van îdiayan tu gavên cidî neavêtin. Her wiha heta niha bersiva daxwazên parêzeran û malbatê yên serlêdanê nehatiye dayîn.

Ji bo metirsiyên me yên der barê birêz Ocalan de kêm bibin û ji ber ku hûn ji saziya herî zêde di vê derbarê de xwedî maf in, em bang li we dikin ku hin gavan biavêjin da ku rewşa birêz Ocalan bê aşkerakirin.

Beriya her tiştî, ji bo aşkerakirina rewşa tenduristî ya birêz Ocalan û di çarçoveya maf û derfetên we de, em bang li we dikin ku serdana girtîgeha Îmraliyê bikin, da ku birêz Ocalan bikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. Ji lew re, divê CPT tevî malbatê û parêzeran biçe Îmraliyê.”

Komîteyê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku beşdarî hemleyê bibin, bi rêya şandina vê nameyê ji e maîla CPT`yê re, da ku karibin rewşa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin û bihêlin ku perêzer hevdîtinê pê re pêk bînin.

Navnîşana e-maîlê ya CPT’yê li ser înternetê wiha ye: mailto:[email protected]

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar