Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê banga hunermendan a ji bo yekitiyê silav kir

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê bi daxuyaniyekê banga yekitiya neteweyî ya rewşenbîr û hunermendên kurd silav kir. Komîteyê wiha got: “Ger berxwedan bi yekitiya neteweyî hate tacîdarkirin, dê bibe mizgîniya azadiyê. Weke Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê em diyar dikin ku em ê her dem li gel banga wan bin û bi coşeke mezin destekê didin, wan silav dikin û hurmeta xwe nîşan didin.”

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê têkildarî banga yekitiya neteweyî ya rewşenbîr û hunermendan daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Komîteyê banga rewşenbîr û hunermandan silav kir û destnîşan kir ku dema ku berxwedan bi yekitiya neteweyî hate tacîdarkirin, dê bibe mizgîniya azadiyê.

Daxuyaniya Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê wiha ye:

“Înîsiyatîfên rewşenbîr, hunermendan, li ser navê çand, ziman û yekitiya neteweyî bi girîngiyeke dîrokî ye. Li dijî pergala qirkirinê ku Kurdistan parçe kiriye û li derî statûyeke wiha ye ku mirov nikare jêre mêtingeh jî bibêje, têkoşîna azadiyê ya ku bi berdêlên mezin tê rêvebirin hatiye qonaxeke nû. Em di pêvajoyeke wiha de ku pêkanîna yekitiya me ya neteweyî divêtiyek e.

Faşîzmê piştî ku qirkirina ermen, suryan, keldan û rıman bi cih anîn, niha jî dixwaze qirkirina kurdan temam bike. Bi êrîşên dagirker ên li ser serbilindiya mirovahiyê Rojava re, kiriye ku rastiyek ji hêla her kesî ve were dîtin. Armanc ne beşek ji kurdan, hemû Kurdistan e. Ên di hedefê de ne tenê kurd in, hemû gelên li ser vê erdnîgariyê ne. Bi ser de li ber çavê hemû cîhanê sûcê mirovahiyê hatiye kirin û ev tê domandin. Li dijî van hemû êrîşan li ser hêza gelê me mezintirîn berxwedana cîhanê tê kirin. Li bara van rastiyan giyanê yekitiya neteweyî ji her demê zêdetir geş bûye û bûye peywireke wiha ku mirov nikare taloq bike.

Li dijî Tayyîp Erdogan ku bûye xwedî sifetê dîktatorê sedsalê û li dijî rejîma qirkirinê ya ku ew temsîla wê dike, berxwedana ku gelê me bi berdêla mezin dike, dema ku bi yekitiya neteweyî were tacîdarkirin dê bêrîkirina bi sedan salan pêk were û bibe mizgîniya azadiyê.

Gelê me dîwarên tirsê hilweşandine

Gelê me dîwarên tirsê hilweşandine. Weke ku gelê me dibêje, ‘Ewr çi qasî tarî bin jî nikare xwe li ber hêza bayê bigire.’ Gelê me her wiha gihaye ku dikarin arîşeyên xwe bi diyalogê çareser bike, xwedî vê tecrûbeyê ye. Li her parçeyên Kurdistanê tecrûbeyeke zêde ya têkoşînê, destkeftan hene. Yekkirina van hemû nirxan, dê siyaseta dijminên Kurdistanê yên parçe bike û tune bike, pûç bike.

Tam jî di pêvajoyeke wiha de rabûna bi rista pêşeng a rewşenbîr û hunermendan a li Ewropayê ji bo yekitiya neteweyî bûye gaveke dîrokî. Bayê azadiyê yê ku dê hemû ewrên tarî yên faşîzmê belawela bike bayê yekitiya neteweyî ye. Rewşenbîr û hunermendên me bi vê gava xwe ji bo yekitiyeke neteweyî bi berpirsyariyeke mezin rabûne.

Hewldana tora çand û ziman watedar e

Her wiha li bakurê Kurdistanê jî hewldana tora çand û ziman a sazî û dezgehên demokratîk a rewşenbîr û hunermendan di vê pêvajoyê de li dijî qirkirinê helwesteke watedar e. Li dijî rejîmê ku êrîşên dagirker bi ser her deverê de tîne, li gel ku zimanê kurdan jî qedexe dike û dibêje tu êrîş li ser kurdan nîne, parastina çanda xwe û zimanê dayikê ku haveynê vê yê giyanî ye, rûyê wan ê rast nîşan dide. Mijara ziman xala şikestinê ya qirkirina çandî ye. Her wiha ji ber sedema çawaniya beşdaran ê dîtin ku ev ji bo yekitiya neteweyî gavên girîng in.

Di vê pêvajoya dîrokî de ku gelê Kurdistanê û gelên me qedera xwe kirine destê xwe û bi berdêlên mezin ber bi azadiyê ve dimeşe, em van inîsiyatîfên yekitiyê ya ku li pêşengiya rewşenbîr û hunermendan tê silav dikin, ji ber bihistyariya wan, wan pîroz dikin û serkeftinê ji bo wan dixwazin.

Rewşenbîr û hunermend silav kirin

Ev helwest li dijî faşîzmê helwesta azadiyê ye, li dijî rejîma qirkirinê helwesta birûmet a berxwedanê ye. Li ser navê yekitiya neteweyî bang û helwesteke dîrokî ye. Ji ber van hemû sedeman bi hêviya ku ev înîsiyatîfan heta ku yekitiya neteweyî pêk were, were domandin, geşkirin, em diyar dikin ku em Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Kurdistanê her demê li gel wan in, bi coşdariyeke mezin destekê didin, wan silav dikin û hurmeta xwe nîşan didin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar