Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Em konferansa ekolojiyê silav dikin

KCK'ê konferansa ekolojiyê silav kir û got, "Dem ew dem e ku weke hemû zindî û gel îradeya jiyana bi hev re li qadên xwe yên xwecihî bikin hêza rêxistinbûyî û bixin nava liv û tevgerê."

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê li ser Konferansa Tevgerên Ekolojiyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Tevgerên Ekolojî û Parêzvanên Mafan di 21’ê çileya 2023’yan de ji bo pêşeroja azad a Kurdistan û Tirkiyeyê û danîna xeteke têkoşînê mohra xwe danîn binê pêngaveke nû. Beriya her tiştî em wan kes û hêzên ku pêşengî ji vê pêvajoyê re kirine û ked dane, ji ber serketina wan a mezin pîroz dikin, encamên konferansê bi coş û kelecan silav dikin.

Mîna ku beşdaran jî timî destnîşan kirin, ku pênaseya ekolojiyê, ku civaka Tirkiyeyê nû nas dike, bi vê kombûnê re dibe xwedî bingehekê û weke xeteke bingehîn a têkoşînê ya gelan, wê ber bi Konfederalîzma Civaka Ekolojîk a Demokratîk ve biçe. Bi vê biryardariyê, beşdaran hemûyan hêviya parastina qadên xwe yên jiyanê yên bi têkoşîneke hevpar dikare bê bidestxistin û mohra xwe danîne binê gaveke bi vî rengî.

Hat tespîtkirin ku krîza ekolojîk û êrîş bi rek û pêk in, lewma çareserî û çare jî bi peymaneke civakî ya rêxistinbûyî ya parêzvanên jiyan û ekolojiyê ye, ji bo vê jî meclisên xwecihî weke modelên herî demokratîk ên rêxistinbûyî ye. Ji ber vê yekê konferans hîn bêhtir girîng bûye. Rêxistiniya konfederal a gelan ku em her firsendê pêşniyar dikin û tînin ziman, beşdar ji nava jiyanê hîn bûn, lewma vê yekê nîşan da ku em li ser bingeheke rast in.

Ji Rojava heta bi Akbelenê, ji Îkîzdereyê heta bi Cûdî, dayikên afirînerê jiyanê weke zimanê jiyan û rasteqîniyê li konferansê hatin pênasekirin û ev yek bû yek ji destketiyên herî mezin. Êdî pîvanên bingehîn û zimanê hevpar ê Tevgerên Ekolojiyê hatine destnîşankirin.

Li ser vê bingehê, Konferansa Tevgerên Ekolojiyê destnîşan kiriye;

1- Yên ku ji bo jiyana ekolojîk têdikoşin, beriya her tiştî divê dijberê şer bin

2- Têkoşîna ji bo jiyana ekolojîk nabe ji têkoşîna azadiya jinan cuda be

3- Siyaset dûrî pîvanên azadiya jinan û jiyana ekolojîk nikare bê kirin

4- Pîvanên jiyana ekolojîk bi avanî û nasnameya etnîkî, bawerî û sînorên neteweyî nikarin bêne diyarkirin, qadeke têkoşînê ya enternasyonalîst û gerdûnî ye

5- Û beriya her tiştî divê hurmet ji mafê jiyanê yê her kesî û her tiştî re bê nîşandan.

Ji ber ku konferans beriya pêvajoya hilbijartinê hat kirin, gotin û pênaseyên ‘siyasî’ derketin pêş, tevî vê yekê jî hat destnîşankirin, ku têkoşîna jiyana ekolojîk nabe ji siyasetemdarên dûrî pîvanên ekolojîk a civakî bê radestkirin û paradîgmaya dewlet û demokrasiyê hatiye pejirandin. Biryardariyeke welê hat destnîşankirin ku tu rêxistin û rastiya siyasî ya li pêşberî demokrasiyê xemsar in, li nava Tevgerên Ekolojîk cihê xwe nîne. Nasnameya xwe ya siyasî û îdeolojiya xwe çi dibe bila bibe, tu derdora siyasî ya ku hunera xwe ya siyaseta demokratîk naspêre pîvanên azadiya jinan û ekolojiya civakî, di nava Tevgera Ekolojiyê de bersiva xwe nîne. Li gorî asta biryardariya konferansê ev yek hem ji aliyê rojane hem jî ji aliyê dîrokî ve bû pêşketineke gelekî girîng.

‘Dema pratîkbûn û rêxistiniyê’

Ji ber vê yekê wezîfe û berpirsiyarî ew e ku biryarên li gorî cewhera gotinê hatine wergirtinê bi cih bêne anîn û bê birêxistinkirin.

Dem ew dem e ku li hemberî êrîşkariya hêzên sermaye û modernîteya kapîtalîst helwest bê nîşandan, li hemberî xerakirina qadên me yên jiyanê û xisara giran a li qadên jiyanê, li hemberî tunekirina dîroka me weke hemû zindî û gel divê em îradeya jiyana bi hev re li qadên xwecihî veguherînin hêza rêxistinbûyî û bixin meriyetê.

Bi vê bawerî û biryardariyê em her kesên ku ked dane, berpirsyariya xwe ya wezîfeya şoreşgerî bi cih tînin bi hestên serketinê silav dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar