Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komîteya ji Ocalan re Azadî: Divê CPT erka xwe pêk bîne

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê, ragihandibû ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kiriye û di 6’ê Tebaxa 2020’an de jî rapora der barê Girtîgeha Îmraliyê de parve kir. CPT di raporê de destnîşan kiribû ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din bi awayekî rêkûpêk bi parêzerên xwe û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî bal kişandibû ser ‘pergaleke mayînde’. Her wiha CPT’iyê di rapora xwe de diyar kiribû ku divê rejîma girtîbûnê ya li Îmraliy careke dinê di ber çavan re bê derbaskirin û tecrîd nayê qebûl kirin.

Komîyeta ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê derbarê rapora CPT daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Komîyeta ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê wiha ye: “Piştî salekê CPT’yê rapora xwe ya sala 2019’an a derbarê rewşa girtiyên li Îmraliyê de parve kir. Bêguman derengxistina aşkerakirina raporê ya piştî salekê cihê rexneyên tunde û pêwîst dike ku rapor di dema xwe de were aşkera kirin. Lê diyar e di bin bandoriya siyaseta Tirkiyeyê ya tecrîda li Îmraliyê rapor salekê hate paşxistin.

Her çiqas ku di raporê de rewşa tecrîdkirina bîrmendê têkoşîna azadiyê Rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din hatiye aşkerakirin lê rewşa Girtîgeha Îmraliyê ji rewşa di raporê de hatî diyarkirin dijwartir e.

Tişta ku cihê fikarê zêde ya me û tevahiya gelê kurd  ew e ku CPT erka xwe ya qanûnî û exlaqî pêk nayîne. Rê li pêşiya binpêkirina nagire ku dewleta oirk beramberî Rêber Ocalan û girtiyên din li Îmraliyê dike. Bêguman erka CPT’iyê ne tenê aşkerakirina rapora serdana li Îmraliyê ye. Belku erka sereke pêşîlêgirtina îşkenceya li dijî girtiyan e. Pêwîst e CPT weke komîte erka xwe ya parastina jiyan û tenduristiya girtiyan bi cih bîne. Erka xwe ya qanûnî û exlaqî pêk bîne. Rewşa hestyar û dijwar Girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bigire. Her wiha divê CPT hesasiyeta gelê me ya li beramber jiyan û tenduristiya Rêber Apo û her sê girtiyên din fam bike. Ji ber rewşa xerab û dijwar a Girtîgeha Îmraliyê çend kesan di çalakiyên grevên birçîbûnê yên heta mirinê jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vî bingehê tevî ku rapor dereng hate aşkerakirin, hinekê qala astengî û binpêkirina hatiye kirin. Lê divê CPT rola xwe ya rasteqîn bilîze û rê li pêşiya îşkence û binpêkirinên bi awayek sîstematîk li Îmraliyê tê meşandin bigire.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar