Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Komîteya Newrozê ya Amedê: Gel daxwaza bidawîkirina tecrîdê kir

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê, li ser Newroza bi heybet a 21’ê Adarê ya li Amedê, li otela New Gardenê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Remziye Tosûn jî tevlî civînê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan anî ziman ku di Newrozê de gel dîmenekî dîrokî nîşan da û got, “Ji bo vî dîmenê ku hêviyê dide civakê, em spasiya gelê Amedê dikin ku bendewariya hin kesên ku li benda lawaziya Newrozê bûn, têk birin. Xwediyê vê Newrozê gelê me ye.”

Ceylan got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê destpêkê got ‘me destûr da’, piştre jî bi qedexekirinê wê bigota ‘Binerin kes xwedî li HDP’ê derneket’. Dixwazin ku 50-100 hezar kes tev li bibin. Hêzeke mezin li Amedê civandin. Bi deh hezaran polîs li kolanên Amedê bi cih kirin. Gel ji bo xwe bigihîne qada Newrozê neçar ma ku ji 4-5 nuqteyên kontrolê derbas bibe. Yên xwestin biçin qadê 4-5 saetan hatin rawestandin û piştre karîbûn xwe bigihînin qadê. Dema ku israr û biryardarî dîtin, hin derî bi temamî girtin û ketina li qadê qedexe kirin. Êrîşî gel kirin. Bi gazê, bi ava şid, bi jop li mirovan xistin. Bi sedan kes destgîr kirin. Tevî her tiştî jî nekarîn li pêşiya milyonek mirovî bibin asteng.”

‘Gel astengiyan nasnekir’

Ceylan diyar kir ku rewşeke bi heman rengî li derdora dikê qewimî û got, “Bi sedan polîs li derdora dikê bi cih kirin ji bo em nikaribin karê xwe bikin. Ev dîmenekî provokatîf bû. Eger em ne bi sebir bûna wê tehlûkeyeke mezin rû bida. Ew ê jî nikarîbûna ji binî rabin. Em ji gelê Amedê re minetdar in. Hem astengî, zext, destgîrkirin û girtin red kirin hem jî zemînê provokatîf pûç kirin. Yên ku digotin ‘Em ê îradeya gelê Amedê bişikînin’, gelê Amedê peyama ‘Kes nikare îradeya gelê Amedê bişikîne’ da. Ev dîmen dîmenekî ji rêzê nîne. Bi ruhê serî natewîne yê bi milyonan Amediyan ev dîmen hate afirandin.”

Ceylan bi bîr xist ku 6-7 sal in zext li ser siyaseta demokratîk heye û got, “Êrîşê ziman, çand û hebûna me kirin. Lê belê weke encam, ev êrîş li Newrozê pûç bûn. Kurd û dostên wan di vê Newrozê de bi îradeyeke mezin xwedî li hêviya aştiyê û siyaseta demokratîk derketin.”

Ceylan bi bîr xist ku partiyên Tifaqa Kurdistanî di 10’ê Adarê de bi deklarasyona Newrozê daxwaza rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya kurdan, yekitiya kurdan, azadiya perwerdeya bi kurdî û berdana girtiyên nexweş kir û destnîşan kir ku di Newrozê de xwedî li van daxwazan hat derketin. Ceylan got, “Ev daxwaz dirûşma Newrozê bûn. Newroz bû dengê aştiyeke bi rûmet.”

‘Peyama gel diyar bû’

Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Gulistan Atasoy jî destnîşan kir ku li gel her cure provokasyonan jî Newroz hat pîrozkirin û xwedî li deklarasyonê hat derketin: “Gelê me li her derê tev li pîrozbahiyan bû û xwedî li deklarasyonê derket. Li dijî şer, nîşan da ku îradeya aştiyê çiqasî xurt e. Bû Newrozek welê ku polîtîkaya tecrîdê û ya li ser girtîgehan hatiye pûçkirin. Îradeyeke welê li qada Newrozê ya Amedê hat nîşandan ku divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, girtiyên siyasî hemû bên berdan û pirsgirêka kurd ne bi şer lê bi rêya aştiyê û danûstandinan bê çareserkirin.”

‘Operasyon qirkirina siyasî yên beriya Newrozê’

Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê parêzer Serhat Eren diyar kir ku astengiyan beriya Newrozê dest pê kirine. Eren diyar kir li Erxeniyê di dema pîrozbahiyê de gelek kes hatin destgîrkirin û got “Beriya Newrozê 24 jin hatin destgîrkirin û 11 ji wan hatin girtin. Derbarê 36 siyasetmedar û jinên di nav xebatan de ne biryara girtinê hate dayîn û 17 ji wan hatine destgîrkirin. Rojek piştî Newrozê beriya ku wan bibin edliyeyê, ji ser meseleyeke biçûk a ku wê li dozgeriyê jî îfadeya wan neyê stendin hatin destgîrkirin û piştre hatin berdan. Bi vî awayî nehiştin ku hevalên me tev li Newrozê bibin.”

Eren qala astengiyên li bendên kontrolê yên têketinên qada Newrozê kir û diyar kir ku ji ber cilên neteweyî û bandajan polîsan nehiştin ku gelek kes têkevin qadê û bi heman hincetan gelek kes hatin destgîrkirin. Eren diyar kir ku parlementerên ji Herêma Kurdistanê ya Federal hatine, ji ber cilên xwe yên rojane li xwe dikirin, demeke dirêj hatine astengkirin. Eren qala civîna li Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya beriya Newrozê kir.

Eren diyar kir ku di wan civînan de ji bo ku gel bi hêsanî têkeve qadê wê qaşo bendên kontrolê bihatina zêdekirin lê bal kişand ser vî tiştî ku rewşeke berevajî vî tiştî derketiye holê. Eren bi bîr xist ku mirov li bendên kontrolê kom bûne, polîsan zemîna provokasyonê ava kirine, bi jop û gazê mudaxeleyî mirovan kirine û got “Ligel vî tiştî jî mirovan xwestin têkevin qada Newrozê.”

Eren diyar ku di pratîkê de Newroz hatiye qedexekirin, di roja Newrozê de 500 kes hatine destgîrkirin û 80 ji van kesan jî zarok in. Eren diyar kir kesên hatine destgîrkirin polîsan ew birine qereqolên cihê û bi saetan li ber hewaya sar dane sekinandin. Eren diyar kir ku wê di rojên pêş de raporeke berfireh amade bikin. Eren bal kişand ser vî tiştî ku hinek zarok êvarî û hinek zarok jî bi şev piştî stendina nimûneya xwînê, ji aliyê dozgeriyê hatine berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar