Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û diyar kir ku qirkirina çand, ziman û qewmî careke din mehkûm dikin û dibêjin ku têkoşîna wan a li dijî van kiryaran dê bi mirovahiya pêşverû re heta serkeftinê bidome

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Roja Zimanê Dayikê pîroz kir. Komîteyê di destpêka daxuyaniya xwe de qala çîroka îlankirina Roja Zimanê Dayikê kir û diyar kir ku mêtîngerî tenê bi talankirina çavkaniyên binerd û sererd ên welat û gelên ku mêtingehkirî re sînordar nemane û di heman demê de ziman, çand û nirxên civakî yên gelên mêtingeh, bi polîtîkayên pişaftinê re xwestine tune bikin.

Komîteyê bal dikişîne ser rewşa zimanên dayikê yên li Tirkiyeyê û ev agahî dide: “Li Tirkiyeyê di serî de zimanê kurdî; zimanên weke asûrî-suryanî, lazî, hemşînî, pomakî, abazayî, çerkezî û heyanî weke zimanê tirkmenî û gelek zimanên din di encama polîtîkayên pişaftinê de di bin talûkeya tunebûnê de ne. Astengkirina perwerdeyê ya bi zimanê dayikê yek ji binpêkirinên herî mezin ên mafên mirovan e û sûcekî mirovahiyê ye.”

Komîteyê da zanîn ku ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve bi tunehesibandina hebûna neteweyî ya kurdan, rastiya Kurdistanê û zimanê kurdî re hewl tê dayîn ku li ser bingeha polîtîkayên qirkirin û înkarê yên dûrî aqilê mirovan bê girtin û ev tişt ragihand: “Lê têkoşîna ku ji bo axaftin, nivîsandin û jiyankirina kurdî hatiye meşandin, tevî berdêlên giranbuha jî bênavber berdewam kir û hê jî berdewam dike. Di vê têkoşîna birûmet de gelê kurd di pêşengiya Tevgera Azadiyê û Rêber Apo de mînaka têkoşîneke dîrokî û bi heybet raber dike.”

Komîteyê destnîşan kir ku di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de ji ber ku bi milyonan zarok nikarin zimanê xwe yê dayikê bikar bînin û pê perwerde bibînin, mexdûriyeta mezin dijîn û ev daxwaz kir: “Divê dawî li polîtîkayên pişaftin û sînordarkirinên li ser zimanên dayikê yên cuda ku weke parçeyeke girîng a perwerdeya demokratîk û zanistî têne qebûlkirin, bê anîn. Her cure astengiyên ku li pêşiya perwerdeya zimanê dayikê yê kes û civakê hene jî divê ji holê bêne rakirin.”

Komîteyê ragihand ku bi boneya Roja Zimanê Dayîkê qirkirina çandî, ziman û qewmî careke din mehkûm dikin û weke Tevgera Azadiyê ji mirovahiya pêşverû re didin diyarkirin ku li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe heta serkeftinê bi awayekî bi biryar bidomînin. Komîteyê herî dawî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û sozê têkoşîna rakirina hemû astengiyên “zagonî” û “kiryarî” yên li pêşiya hemû ziman û gelan da. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar