Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurd daxuyaniyek da. KJK’ê ev tişt got: "Di vê pêvajoya hesas de ku çarenûsa civaka me lê diyar dibe, divê her kes têkoşîn û berxwedanê bide ber xwe."

Komîteya Perwerdeyê ya Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Di daxuyaniyê de Cejna Zimanê Kurdî bi taybetî li tevkarên zimanê Kurdî; Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, dayikên kurd, mamosteyên zimanê kurdî û xwendevanên kurdî hate pîrozkirin.

Di peyama KJK’ê de wiha hate gotin: “Ziman ji bo her kesî tê wateya hebûn û nasnameya civakî. Li dijî sîstema dagirker a dewleta tirk ku nasname, ziman û hebûna kurdan înkar dike, îro bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîneke mezin tê meşandin. Li gel hewldanên înkar û tunekirina gelê kurd, kurd li her cihî xwedî li vê têkoşînê derdikevin. Tevgera PKK’ê îro nasnameya kurd ê azad e. Di nava malbata mirovahiyê de zimanê kurdî îro di asta kok û çavkaniya herî kevn a zimanên cîhanê de ye. Çawa ku Rêber Apo dibêje, gelê kurd gelê herî kevnar ê Mezopotamyayê ye. Şoreşa Kurdistanê li Rojhilata Navîn Ronesans e û PKK jî navê vê Ronesansê ye. Têkoşîna tevgera PKK’ê ku di nava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de temsîla xwe dibîne, azadiya civaka hemûyan ji xwe re dike esas. Ev sekna alternatîf a PKK’ê û gelê kurd dibe sedem ku êrişên hovane û li derveyî mirovahiyê lê bêne kirin. Mîna ku Rêber Apo balê dikişîne; azadî dest bi rêvebirina xwe bi xwe dike. Feraseta xwerêvebirinê ya tevgera me ya azadiyê xwe dispêre pirrengî û pirdengiyê. Mînaka herî şênber a vê rastiyê jî Rojavayê Kurdistanê ye.”

‘Kurd bi saya Rêber Apo bûn xwedî destketî’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê kurd îro li cihên cuda yên cîhanê bûye xwedî destketî û bi van mînakan girîngiya ku Tevgera Azadiyê ya kurd dide perwerdeya bi kurdî vegot: “Kampa Mexmûrê mînaka sereke ya vê ye. Li vê kampê li gel derfetên gelekî kêm bi zimanê kurdî yê tê înkarkirin û tune tê hesibandin sibistan hatin vekirin, mufredata perwerdeyê ya bi Kurdî hate amadekirin, mamosteyên kurdî hatin gihandin. Ji nava xwendekarên li vê kampê perwerde dîtin bi dehan mamoste, doktor, hunermend, endezyar, rojnamevan, nivîskar û wêjevan derketin. Her wiha Mexmûr a ku beriya niha çolek bû, veguherî bexçeyê fêkî, bi berxwedana xwe veguherî keleha rûmetê.”

Li ser hîmên ahwarê gavên mezin hatin avêtin

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê destnîaşn kir ku ziman ruhê civakê ye û wiha dewam kir: “Dema ku zimanê civakê tê qedexekirin, ev yek ne tenê astengî ye li pêşiya hevfêhmkirina civakê, di heman demê de rehên jiyanê yên civakê ziwa dike û civak derdikeve derveyî xwezaya xwe. Lewma gavên ji bo pêşvebirin û azadiya ziman têne avêtin xizmetê ji manewiyat û fikrê civakê re dikin.”

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê kedkarên zimanê Kurdî jî bi bîr anî û got: “Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15’ê Gulana 1932’an de li paytexta Sûriye Şamê hejmara destpêkê ya Hawar derxistin û li ser vî hîmê dîrokî Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên hîn mezintir avêt û pêşketinên mezin bi xwe re anî. bi dehan rojname, kovar, pirtûk, ajan û qenalên televîzyonê li vê dîrokê hatin zêdekirin. Lewma em her kesên ku keda wan di pêşvebirina zimanê Kurdî de heye, careke din bi bîr tînin.”

Her kesên xwedî wijdan û bi rûmet divê tevbigerin

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi bîr xist, di vê demê de ku Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin, dewleta Tirk ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd êrişan dike, hewl dide dagir bike û herî dawî ev bang kir: “Her kurdên xwedî hişmendiya dîrokê, baş zane ku dijminê herî mezin ê gelê kurd dewleta tirk e. lewma her kurdek, her mirovekî xwedî wijdan, bi rûmet, demokratîk û aştîxwaz, divê li ber van êrişên dagirkeriyê rabin. Di vê pêvajoya hesas de ku çarenûsa civaka me diyar dibe, divê her kes ji xwe re têkoşîn û berxwedanê bike esas û bi rola xwe rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar